Daristan ji bo ewlehî û otelan tên tunekirin 2020-07-10 09:15:56     WAN - Endama Lijneya Rêveberiya ÇEVDER’ê Arzu Dînçer diyar kir ku şewatên daristan û HES’ên li herêmê tên çêkirin tenê fêdeyê dide şîrketan û got: "Şewatên daristanan li vir di bin navê ewlehiyê de, li bajarên rojava jî ji bo otelan tên kirin û ji turîzmê re tên vekirin."   Heskîfa Dîrokî di bin avê de hat hiştin û ekosîstem hat tunekirin. Her wiha HES’ên li herêmê tên çêkirin jî tevî hemû bertek û biryarên daniştayê didomin. Li Erdîş a Wanê jî HES’a ku 2014’an de dihat xwestin bê çêkirin li ser berteka welatiyan hatibû sekinandin. Lê niha j nû ve dest bi çêkirina HES’ê hat kirin.   Endama Lijneya Komeleya Hawirdorê ya Wanê Arzu Dînçer, got HES jî û şewatên daristanan jî tenê ji bo şirketan bi fêde ye.   ‘Armanc tunekirina dîrok û çandê ye’   Arzuyê bi lêv kir ku çêkirina HES’an, li Wan, Bedlîs û Mûşê her tim tê kirin û got: “HES’ên li Erdîş û Şaxê tên çêkirin, wê bibe sedema tunebûna masiyên Încî Kefalî. Çêkirina HES’an a li herêmê bi armanca tunekirina çand û dîrokê tê kirin. Ne tenê li herêma me li her derê Tirkiyeyê bi vê sedemê tê kirin.”   ‘Fêdeya wê ji şîrketan re heye’   Arzuyê di berdewamiyê de wiha got: “HES’a li Şaxê tê çêkirin tu fêdeya wê ji gel re tune ye. Tenê fêdeya wê ji şîrketan re heye. Bi dehan carî me got, hevsengiya xwezayê xera dike. Betaliyê naqedîne. Ev der paytexta rojê ye. Li vir dikare enerjiya rojê ya alternatîf bê avakirin û gelê herêmê di pergala enerjiya rojê de bixebite. Dikare trîbunên ba û pergala enerjiya rojê bê avakirin û îstîhdam bê avakirin. Lê HES bidomin wê Kanîspî wek berê neherike. Wê dîmena Sûlava Bêgiriyê wek berê nebe.”