Li qada mesîreyê kana kalkerê hat avakirin 2020-07-09 09:10:16   Hîkmet Tunç   WAN - Li Westanê ji aliyê Midûriyeta Herêma Daristanê ve li qada mesîreyê tabelaya ‘qedexe ye’ hat daliqandin û li herêmê kana kalkerê hat vekirin. Her wiha 11’emîn Midûriyeta Herêma Riyên Beşayî jî ruhsat da. Ekolojîst û endezyar jî xwe amade dikin ku serlêdana sûc bikin.   Li navçeya Westanê ya Wanê, ji perava li hemberî Girava Akdamarê 150 metre dûr, 11’emîn Midûriyeta Herêmî ruhsat da û ji aliyê Şîrketa Elît Yol ve Kana Kalker û Tesîsta Şikandinê hat avakirin. Midûriyeta Giştî ya Daristanê tabelaya ‘Qada çandina daran e, ketin û çêrandin qedexe ye’ hat daliqandin û qad bi têlan hat dorpêçkirin. Qada ku ji mirov û sewalan re hat qedexekirin, maşîneyên kar lê dest bi xebatê kirin. Li ser vê rêxistinên hawirdor û endezyar ketin tevgerê.   Ji bo qada jiyan, ereziyên çandinî û golê bi xeter in   Kana ku qirêjiya hawirdor û deng ava dike, ligel wê li qada ereziyên çandinî û jiyanê hat avakirin. Yek ji girên girîn ê li Gola Wanê dinêr e. Kevirên ji vir tên derxistin jî di kaneke din a aydê heman şîrketê de tên çêkirin. Qad ji bo xweza, ereziyên çandiniyê xetereyek mezin ava dike. Kana ku nêzî ereziyên çandiniyê ye, ji niha de ji bo xwediyên erdan rê li ber fikaran vekir.   Divê herî kêm 500 metre ji perava golê dûr be   Odeya Endezyarên Înşatê ya Wanê (ÎMO) Komeleya Pêşxistin, Lêkolîn, Parastina Berhemên Dîrokê û Hawirê ya Wanê (ÇEV-DER) li qadê lêkolîn kirin. Endamên ÎMO'yê diyar kirin ku kana ku hatiye vekirin prosedurên wê yên qanûnî hene û diyar kirin ku madena li perava golê hatiye avakirin divê herî kêm 500 metre ji golê dûr be.   Maden ne li gorî rapora ÇED’ê ye   Endezyaran destnîşan kirin ku bêyî rapora ÇED’ê ocaxa madenê nikare bê avakirin û got qada ku kan lê hatiye vekirin ji ber nebat, qada jiyanê û golê nikare rapora ÇED’ê ya erênî bê dayîn. Her wiha endezyaran bi lêv kirin ku divê Riyên Bejayî ji saziyan nêrîn bigirta û ger ji saziyan biryara erê girtibin jî sûc kirine.   Wê zindî û ax bi awayekî neyînî bi bandor bibin   Ekolojîstan jî bertek nîşan dan û gotin di serî de masiyên ‘încî kefalî’ û gelek zindiyên herêmî wê bi awayekî neyînî bi bandor bibin û her wiha sebze û fêkiyên qadê wê bi bandor bibin.   Her wiha ÎMO û ÇEV DER’ê jî gotin qada ku kan lê hatiye avakirin wê bandorek mezin li ser warên dîrokî yên Keleha Hîşet, Mizgefta Îzzetîn Şîîr û goristana Selçuklu bikin. Ekolojîst û endezyar jî xwe amade dikin ku serlêdana sûc bikin.   Ew ê serîlêdana sûc bê kirin   Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endazyran a Tirk (TMMOB), ÇEV-DER û Lijneya Koordînasyona Bajêr a Wanê ew ê têkildarî Muduriyeta Bajêr û 11'emîn Muduriyeta Herêmê ya Karayollarî ya ku destûra rûhsatê da serîlêdana sûc bikin.    Muduriyeta Bajêr a Wanê û 11'emîn Muduriyeta Herêmê ya Karayollarî daxwaza me ya hevdîtinê qebûl nekirin.