Agir bi çiyayê Gabarê ket 2020-07-01 08:37:46   ŞIRNEX - Agir bi herêma Çiyayê Bizina ya Çiyayê Gabarê ket.    Li Çiyayê Gabar a di navbera navçeya Basa û bajaroka Qesrîkê ya Şirnexê de ye, hat zanîn ku di saetên êvarê agir pê ketiye. Li gor agahiyên ku hat girtin agir li herema Çiyayê Bizina ya Çiyayê Gabarê ketiye.    Li gor çavkaniyên herêmê ji ber guleberana Qereqola Akdîzgînê agir bi devereke gundê Bûnisra yê li Çiyayê Gabarê ye ket.