30 sale li heman gundî di nava piştevaniyê de dijîn 2020-06-12 09:12:33   WAN - Jinên li gundê Hesen Ebdal dijîn diyar kirin ku 30 sal in li vir di nava piştevaniyê de dijîn. Gundiyan diyar kirin ku jiyana zehmet bandor li wan nake û bang li welatiyên ku koçber bûne jî kirin ku vegerin ser axa xwe.   Li gundê Hesen Ebdal ya Geliyê Zîlanê ya girêdayî navçeya Erdîş a Wanê biharê rengê xwe da der û bi xwezaya xwe balê dikşîne. Jinên 30 sale li gundê Hesen Ebdal dijîn jî diyar kirin ku ew bi piştevaniyê dijîn û 30 sale her roj di heman saetê de dest bi karê xwe dikin.   ‘Kar li ser milê jinan e’   Nafiye Koçkaç (65) ji Bazid a Agiriyê ye û di temenê biçûk de zewiciye û li gundê Hesen Ebdal bi cih bûye. 10 zarokên wê hene. Nafiyeyê da zanîn ku 6 malbat bi hev re jiyane û piştî ku zarokên wan mezin bûne malên xwe veqetandine û wiha got: “ Wê demê hemû bar li ser milê jinan bû. Me zarok mezin kirin. Me paqijî dikir. Me pez didot. Me bêrîk çêdikirin, gore çêdikirin. Me hirî dişuşt, me nan çêdikir. Wan deman mêvan zêde bûn. Veguhestin zehmet bû. Zivistanê bahoz radibû, rê tune bûn. Mêvan bi rojan ligel me diman. Me jinan hemû karê wan dikir. Tup û ocax tune bûn. Me xwarin di tenûran de çêdikir. Jiyana me wisa bû.”   ‘Êşa wî karî niha di çongên min de ne’   Nafiyeyê bi lêv kir ku çaryeka kar mêran nedikir û wiha pê de çû: “Tevî vê digotin ‘tu karekî nakî’. Ev rewş hîna jî didome. Em jin niha bi hev re kar dikin. Em bi hev re gîha kom dikin. Her tişt ne wek berê ye. Karê berê niha tune ye. Em niha hinek rehet bûn lê êşa karê berê niha di çongên me de ne.”   ‘Gund êdî modern bûne’   Anagul Koykaç jî daxuyakirin ku xebata li gund zehmet e lê li zozanan jiyan rehetir e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di saetên sibehê de dotina pez zehmet e, germ e. Em şîr hildigirin heta mal. Lê li zozanan ne wisa ye. Zozan hênik in. Em şîr piştî dotinê di beroşan de dipijirînin. Em dikin mast. Em dikin penîr. Ji bo zivistanê em penîr çêdikin. Em her sal derkevin zozanan û sê mehan li wir dimînin. Berê me kon vedidan. Niha xanî me çêkirin. Lê bêriya demên berê dikim.”   ‘Divê gel vegerin gundên xwe’   Halîde Koykaç jî bi lêv kir ku ji zarokatiya wê de jiyana wan zehmet e lê keda jinan gelek watedar e û wiha dawî lê anî: “Demekê em sê malbat li heman malê diman. Vê em gelek didan zorê. Me 10 kesî tebaxek xwarin parve dikir. Ligel vê zor û zehmetiyê, zextên dewletê jî hebûn. Niha pez û çêlekên me hene. Em havînan dibin zozanan. Em bang li hemû kesî dikin ku vegerin gundê xwe, ser axa xwe.”