Aşê avê terkî qedera xwe hatiye kirin 2020-06-02 09:09:55   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Di salên 90’î de hemû gundên li Geliyê Çemê Dojehê ku xwedî cihekî dîrokî û kevnar e hatin valakirin. Ji wê demê vir de aşê avê yê ku li Geliyê  xwedî cihekî kevnar e, ji ber nexwedîkirî hemû hilweşiyaye.    Geliyê Çemê Dojehê yê li Hezex a Şirnexê ye ku xwedî cihekî dîrokî û kevnar e bi gelek şikeft û xwezaya xwe tên nasîn. Ji van dîrok û kevnaran yek jî aşê avê ye ku li gor gotinan beriya 150 sal pêşî ji aliyê misilmanan ve hatiye çêkirin. Di demên berê ku li Gêliyê gelek gund hebûne, li vir çandiniya birinc, genim û hwd. dihat kirin. Welatiyên ku debara xwe bi çandiniyê dikirin, genimê xwe dibirin aşê avê dihêrandin û dikirin ard.   Di salên 90’î de ji ber hemû gund hatin valakirin Gêlî û aşê avê bêxwedî man. Aşê avê ku ji ber salên 90’î vir de nexwedîkirî ma, niha nayê bikaranîn û hemû hilweşiyaye. Aşê avê niha terkî qedera xwe hatiye kirin. Gelî  di navbera 2015-2016’an de jî wek ‘Herêma Ewlehiya Taybet’ hatibû îlankirin.   Li Geliyê bi salan e ji ber şer û pêvçûnên hebûn welatî nikaribûn biçûna çandiniya xwe bikin. Ev 4-5 salên dawiyê ye welatî yan careke din berê xwe dan Geliyê Dojehê. Welatî niha li Geliyê Dojehê careke din çandiniyê dikin û bi destên xwe careke din zindî dikin. Welatiyên navend, navçe û bajaran tên serdana Geliyê Dojehê. Daxwaza welatiyan ew e ku xwedî dîrok û kevnariya Geliyê Dojehê bê derketin.