MMO: HES zirarek mezin dide xwezayê 2020-05-29 15:10:13   AMED - Di têkildarê projeya HES'ê ya ku li Geliyê Zîlan tê çêkirin de Şaxa Odeya MMO ya Amedê daxuyaniyek da û got: 'Ev projeya HES'ê zirarek mezin dide berhem û bermahiyên dîrokî, çandî, xwezayî û ekolojîk. Divê dawî li van projenên HES'ê bînin."    Şaxa Odeya Endezyarên Makineyan (MMO) ya Amedê têkildarî projeya HES'ê ku li Geliyê Ziyan tê meşandin daxuyanî da. Sekreterê Şaxa Odeya MMO ya Amedê Serdar Işik daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku hikûmet bi vê polîtîkayê dixwaze herêmê bê bîr, bê nasname bihêle û talan û wêran bike û wiha hat gotin: "Geliyê Zîlan ji bo Gelê Kurd herêmek gelek bi wate ye. Dixwazin cihê wekî Geliyê Zilan bê nasname û bê bîr bihêlin. Dixwazin bîra civakê li wir zuha bikin. Dadgeha Şewirê di sala 2014'an de biryara rawestandina projeyê dabû. Santrala ku li Geliyê Zîlan bê avakirin, li dervê aqilan e.    Dîsa bendava li Heskifê tê avakirin jî bi heman armancê ye. Ji xeynî enerjiyê gelek armancên wê dên dîtir hene. Armanca sereke çawa rantê pêşkêşî hevkarên xwe bikin. HES'ên li herêmê tên avakirin, li gel warên dîrokî û çandî, warên xwezayî û ekolojîk jî talan û wêran dikin. Ev projeya HES'ê zerarek mezin dide berhem û bermahiyên dîrokî, çandî, xwezayî û ekolojîk. Divê demek berî demekê dawî li van projenên HES'ê bînin."