Ji jinên Zîlanê li dijî HES’an bertek 2020-05-22 09:17:15   Şehrîban Abî   WAN - Welatiyan bertek nîşanê projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlanê hatiye destpêkirin dan û diyar kirin ku wê desturê nedin komkujiyeke duyemîn.   Di 2014’an de hat xwestin ku li Geliyê Zîlanê HES bê çêkirin. Lê bi bertekên welatiyan û rêxistinên derdorê di 2015’an de biryar hatibû sekinandin. Lê mixabin projeya HES’ê ev 3 mehe ji nû ve hatiye destpêkirin.   Bi vê projeyê re gelek cureyên zindiyan jî ketin bin xetereya tunebûnê. Her wiha welatî li herêmê debara xwe bi sewalkariyê dikin û di rewşa ku HES bê çêkirin de wê qada jiyanê teng bibe.   ‘Ev proje nayê qebûlkirin’   Bînna Bîlmez ya 64 salî ya li taxa Kerx destnîşan kir ku wê proje hem ziarê bide wan û hem jî bide xwezayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê hemû zirarê bibînin. Divê em bibin yek û pêşî li vê projeyê bigirin. Cenazeyên xizmên me li wir in. Ez 64 salî me. Ez ji vir şûnde jî li dijî vê projeyê têbikoşim. Em li dijî HES’an e.”   ‘Kulîlk bi xwîna kalên me şînbûn’   Mevlîde Bîlmez ya 45 salî jî bertek nîşan da û wiha got: “Bi her awayî zirarê didin axa Kurdan. Kulîlkên li Zîlanê bi xwîna kalên me şîn bûn. Niha hatine li vir HES’ê çêdikin. Em ê destur nedin vê.”   Zulfînaz Tunç (70) jî wiha got: “Em di komkujiyê koçî Melezgîra Muşê bûne. 30 sal şûnde em hatin ser axa xwe. Em proje komkujiya duyemîne. Em vê komkujiyê bi tu awayî qebûl nakin û em ê bi hev re li dijî vê bisekin.”   Reyhan Arman jî daxuyakirin ku ew jî neçar mane koçî navenda Erdîşê bikin û got havînan tên zozanên herêma Zîlanê û got divê ew xwedî li axa xwe derkevin.