Li Qersê ji bo jinan proje dikevin jiyanê 2020-05-20 09:11:00 Şehriban Abi  QERS - Endama Meclîsa Jinan a Konseya Bajar Yelîz Çapur xebat û projeyên ji aliyê Şaredariya Qersê û Konseya Bajar ve hatine amadekirin vegot û destnîşan kir ku ji bo jin ji qada çandiniyê dur nemînin û bi axê re bên cem hev, îmze avêtine gelek projeyên ekolojîk.   Şaredariya Qersê ya HDP’ê û Konseya Bajar a Qersê li bajar gelek xebatên ekolojîk dimeşînin. Herî dawî hefteya borî, li baxçeyê Firina Nan a Gel a Şaredariyê ya li Herêma Sanayî Organîzeyê cih digirt, 120 darên fêkiyan hatin çandin. Endama Meclîsa Jinan a Konseya Bajar Yelîz Çopur der barê xebatan de nêrîna xwe anî ziman.   ‘Em wek Konseya Jinan xweser dixebitin’   Yelîzê bi lêv ir ku şaredarî di alî ekolojiyê de gelek xebatan dimeşîne û got: “Me projeyên baxçeyên aîdê jinan pêk anîn. Projeya serayê ya ku îsot, bacan, firingî û xiyar lê tên çandin heye. Em wek Konseya Jinan xweser dixebitin. Tenê di hinek xebatan de ji şaredariyê piştgiriyê digirin û dibin hevkar. Herî dawî me di 8’ê Adarê de bazara keda jinan vekir. Jinan li bazarê berhemên keda destên xwe firotin û encamên baş hatin girtin. Piştre ji ber vîrusê projeya me hinek rawestiya lê em dîsa jî em xebatên xwe dimeşînin.”   ‘Wê jin di qada çandiniyê de aktîf bin’   Yelîzê daxuyakirin ku li Qersê jin di qada çandiniyê de qels dimînin û wiha dawî lê anî: “Jin bi ax û nebatan re nav hev deye. Lê dema çandinî tê gotin, mêr tên hişê mirovan. Em dixwazin van pêşdarazan bişkînin û jinan tevlî projeyên çandiniyê bikin. Me li ser erd bi çandiniya şitlan dest pê kir. Me sêv çandin. Em ê tovên ji aliyê Konseya Bajar a Bursa Nîlufer hatiye şandin jî biçînin.”