Li Geliyê Zîlan projeya HES’ê ji nû ve hat destpêkirin 2020-05-10 09:20:00   Şehrîban Abî   WAN - Li Geliyê Zîlanê yê li Erdîşa Wanê ye, di 2014’an de hat xwestin ku projeya HES’ê bê çêkirin û li ser îtîrazan hatibû redkirin û dîsa hat destpêkirin. Hevseroka HDP’ê ya Erdîşê Sarya Bîlîcî diyar kir ku ew ê destur nedin çêkirina projeyê.   Li Geliyê Zîlanê yê li Erdîşa Wanê ye, di 3’ê Tîrmeha 1930’an de 44 gund hatin şewitandin û bi hezaran kes hatin qetilkirin. Di dîroka fermî de cih nadin vê komkujiyê wê demê di rojnameyan de bi gotinên ‘paqijî hat destpêkirin, yên çemê Zeylan hemû hatin îmhakirin’ cih girt.   Geliyê Zîlan vê carê jî bi hilweşîna ekolojîk re rû bi rû ye. Di 2014’an de hat xwestin ku Santrala Hîdroelektrîk (HES) bê çêkirin û li ser îtîrazên gundiyan biryar hatibû rawestandin. Lê hat hînbûn ku ev du mehe dîsa projeya HES’ê hatiye destpêkirin.   ‘Ev qad çavkaniya debara gundiyan e’   Hevseroka HDP’a Erdîşê Sarya Bîlîcî, da zanîn ku ji ber vîrusa korona her kes li malê xwe ne û ji ber vê jî ev kirine derfet û dest bi xebatên HES’ê kirine û got: “Ev herêm çavkaniya çandinî û sewalkariyê ye. Di rewşa HES bê çêkirin de wê ekolojî texrîb bibe û gundî wê nikaribin debara xwe bikin.”   ‘Di çemê Zîlan de hestiyên kal û pîrên me hene’   Saryayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku di navbera salên 2014-2015’an de hatiye xwestin ku proje bê çêkirin lê di encama çalakî û îtîrazan de hatiye betalkirin û got: “Em wek partî bi awayê cidî li ser sekinîn. Hewl didin vîrusê veguherin derfetê. Lê em ê destur nedin vê. Em ê destur nedin tunekirina çand û dîrokê. Di çemê Zîlanê de hestiyên kal û pîrên me hene.”