‘Ji bilî guhertina pergalê riyek din tune ye’ 2020-05-07 09:07:00   Dîlan Babat   ENQERE - Prof. Dr. Beyza Ustun, da zanîn ku vîrusa korona yek ji encamên êrîşên kapîtalîzmê ya li hember xwezayê ye û got: “Ji bo jiyan azad be, jiyaneke azad û wekhev bidome, divê em hemû bi hev re hevdîtinek polîtîk pêk bînin. Di encamê de jî ji bilî guhertina pergalê riyeke me ya din tüne ye.”   Vîrusa korona li hemû cîhanê belav dibe û piştî mirov vekişiyan malên xwe ekosîstemê jî xwe nû kir. Di rojên borî de serwîsa Şopandina Atmosferê ya Kopernîk diyar kir ku çala herî mezin ya li ser ozonê hatiye girtin. Zanistan diyar kirin ku sedema vê ya herî mezin ketina belavbûna karbonê ye, germbûna li ser stratosferê ye. Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Prof. Dr. Beyza Ustun, li ser texrîbata pergala kapîtalîst a li ser xwezayê û hilweşîna ekolojiyê axivî.   ‘Belavbûna vîrusê tenê bi gera mirovan derneket holê’   Beyzayê got vîrusa korona tenê bi gera mirovan derneketiye holê û got: “Belavbûna wê bi emîsyona hilberîna mijara gotinê ye. Bûyerên atmosferîk wê bibe ku diçe wir, bi baran û ba dikeve. Ev nav dikevin hinek reaksyonên kîmyewî. Yanî ev vîrus tenê bi gera mirovan derbas nabe.”   Beyzayê destnîşan kir ku mirov di pêvajoyek dirêj re derbas dibin û tenê yek ji encamên kapîtalîzmê dijîn û wiha pê de çû: “Dema em li belavbûna vîrusê dinêrin, em dibînin ku planên kapîtalîzmê gihitşine asteke ku em nikarin li hember têbikoşin. Ger ku mirov her tim di bin tehdîdek ji derve tên de bin, mirov bêguman jî têk diçin. Îro mixabin mirov li dijî vîrusê têk diçin. Ekosîstem tiştek wisa ye. Di hemû atmosferê de têkiliya zindî an jî ne zindiyan heye.”   ‘Her ku ev pergal ji holê rabe wê birêveçûna xwezayî jî holê rabe’   Beyzayê di berdewamiyê de der barê sedemên têkçûna li hember vîrusê de wih agot: “Ewil kesên berxwedana bedena wan qels, kedkarên tenduristiyê, karkerên înşatê li dijî vîrusê têk çûn. Her ku têkilî zêde bû ev jî zêde bû. Li cihên ku jeotermal hene mirov li dijî vê nikarin li dijî tehdîda vîrusê têbikoşin. Ekosîstema wir û bedena mirovên li wir, hîna ku vîrus nehatiye teslîm dibe. Ev jî ji ber tehdîda kapîtalîzmê ya ku bi salane berdewam dike ye. heta ku ev pergala kapîtalîzmê ji holê ranebe, birêveçûna xwezayî jî wê xwe winda bike. Pergala kapîtalîst sermaya xwe bi lez kom dike û pergala ekolojîk jî mixabin di bin vê de binpê dibe. Di alî cih de sînor nayê danîn û daristan û peravan jî êdî dixin bin dewlemendiya sermayê û vê jî wek maf ji xwe re dibînin. Krîzên vê jî wê bi awayên herî giran bên dîtin.”