Hawirnas Nûjiyan Yildirim: Sedema vê nexweşiyê pergala kapîtalîst e 2020-04-21 09:10:00   Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan    AMED - Hawirnas Nûjiyan Yildirim bal kişand ser bandora pêvajoya karantinayê ya li ser xwezayê û got: "Îro ev nexweşî ne tenê li ser xwezayê di heman demê de dê bandoreke mezin li ser pêşeroja mirovahiyê jî bike. Her çiqas vîrûs wekî nexweşiyeke civakî bê bi navkirin jî herkes dizane ku sedemê vê nexweşiyê  pergala kapîtalîst e."   Piştî ku vîrûsa koronayê li seranserê cîhanê belavbû dewletan dest bi tedbîrgirtinê kirin. Bi milyonan mirov ji bo xwe ji vîrûsê biparêzin li malê ne. Li gorî hin derdoran vîrusa koronayê wekî “Tolhildana xwezayê” şîrove dikin û hîn kes jî şewbê wekî “ Qenciya xwezayê” bi nav dikin. Têkîldarî erenî û neyîniyên virûsê yên li ser xwezayê hawirnas Nûjiyan Yildirim pirsên me bersivandin.    * Li Tirkiyeyê bi milyonan mirov niha li malên xwe li dijî vîrûsê xwe diparêzin. Divê pêvajoyê de hat diyar kirin ku gemariya xwezayî ber bi kêmbûnê ve diçe û derbarê vê mijarê de hûn çi difikirin?    Bi mayîna malê re gemariya li hewayî kêm bû û ev encameke berbiçav e. Lê divê mirov nebêje ku ev encam tenê ji ber mirovan derket hole. Dema em wisa binirxînînin em ê ji çareseriya pirsgirêkan dûr bikevin. Belê mayîna li malê bi xwe re ereniyeke xwezayî anî. Lê belê, mayîna li malê û xwe parastina vîrûsê bû sedem ku em madeyên kimyevî yên dezenfekteyê bikar bînin û ava zêde bikar bînin. Ev tişt bi xwe de zirarê dide zindiyan. Ji ber vê yekê ji ligel nîqaşên ku mirov zirarê didin xwezayê, divê li ser parastina xwezayê jî nîqaş bên kirin û ji bo parastina xwezayî jî polîtîka bên afirandin.   * Li gel kêmbûna gemara hewayî em dikarin bibêjin ku dengeya hawirdorê hat  bidestxistin?   Pêdivî ye ku mirov li ser sedemên bingehîn ên  hewa û dîroka hilweşandina xwezayê binêrin. Pêşveçûna teknolojî, mezinbûna gemariyê,  nezîkatiya me ya li hemberî xwezayê divê em li ber çavan derbas bikin. Mezinbûna santralên nûkleer, ceribandinên çekên nûkleer, şerên herêmî, ceribandinên radyoaktîf, mayînên materyalê yên radyoaktîf, agirên daristan û kargêriya çandiniyê, encamên mîna dû û gaz derdixe rê li pêşiya texrîbateke xwezayî re vedike. Bi gotinek din, heke ku em dengeya hawirdorê tenê bi gazên firoşî, wesayîtan û nêçîrvanên ku diçin nêçîrê dikin; erê wê demê em dikarin bibêjin ku dengeya xwezayê tê bidestxistin. Lê belê nebaşiya li dijî mirovan û hemû zindiyên cîhanê em nikarin wisa şîrove bikin. Berevajî vê yekê, ger hêzên sermayedar qirkirina xwezayê bi giştî nedin sekinandin û ji bo parastina xwezayê gavên girîng neavêjin, em nikarin bibêjin dengeyek xwezayî pêk tê.    * Pêvajoya karantinayê li ser xwezayê bandorake çawa kir ?    Bêgûman pêvajoya karantînayê li ser xwezayê bandoreke erenî kir. Lê belê, her çiqas  mirov bi xwezayê re aşitîxwaz be jî ango bi gelemperî, pêşkeftina hişmendiya fêmkirina qedrê xwezayê di mirovan ava kir ev jî  erênî ye. Em vê wekî pêşkeftinek girîng ji bo civakê dibînin. Ez difikirim ku dê demeke nêz de mirov vegerin xwezayê û zêdetir dê xwedî li xwezayê derkevin. Wê êdî herkes li hemberî xwezayê bi hestiyar û berpiryar tevbigerin. Ne xweza mirova hewceyî xwezayê ye. Mînak çiyayê Himalayan, ku ji 30 sal in  ji ber gemara  hewayî  nedihat  dîtin, li Hîndîstanê dîsa xuya dibe. Carek din, gemariya hewayî ya ku herî zêde li Çînê tê dîtin di vê pêvajoyê de sedî  40 kêm bû. Her çiqas kêm jî be ji barîna barînê heta ku şînbûna axê de pêşketineke mezin a berbiçav mirov dikare bibîne. Em dikarin bêjin ku di guhartina avhewa de pêşketineke erênî hat dîtin. Ev pêvajoya karantînayê bi xwe re zindîbûneke xwezayî anî. Divê mirov wiha binirxine.    * Dema karantiyaneyê bi dawî bibe nêzîkatiya mirovan dê li hemberî xwezayê çawa be?    Piştî pêvajoya karantînê, dê têkoşîna sazî û dezgehên civakî, nêzîkatiya mirovan a bi xwezayê re diyar bike. Em ê bikevin serdemek ducanî bi çareseriyên alternatîf û her wiha dibe sedema pirsgirêkên pir rengî (civakî, aborî û derûnî). Hêmana bingehîn a civakê di dema serhildanê de jiyan, stargeh û vexwarin e. Lê belê, piştî ku ev pêvajo bi dawî bû, dê pêdivî û bendewariyên berfireh çê bibin û her wiha pirsgirêkên derûnî ên ku dê ji hêla kevneşopiyên neyînî û tirsên ku ji hêla serdema ve têne afirandin. Kêmbûna zêde ya ava vexwarinê, seyrûsefera giran ji ber ku nikare ku wesayîtên gelêrî bikar bîne û pêşî li wesayîtên taybet tercîh dike û dibe ku bibe sedemên rûxandina hewayê û hwd. pirsgirêkên ku em dikarin pêşbînî bikin hene.    Li gel vê em difikirin ku nêzîkbûna mirovan ya bi xwezayê an jî  têkiliya wan a bi xwezayê re dikare bi awayek erênî pêş bikeve. Êdî mirov dikarin pirsa “Têkîliya me ya bi xwezayê re divê çawa be?’ bike.  Dikare perwerdehiya hişmendiyê bike û lêkolînên ji bo van fikaran çêbike. Lêkolîn divê li ser bicîhkirina qanûnên civakî, aborî, ekolojî û cezayên ku dê digel hişmendiya civakî bi rêveberiya giştî û rêveberiyê were parve kirin. Civak dibîne ku heta ku  pergala sedsalî ya  yekdestî holê de ranebe  pergala xwezayê  ava nabe. Ji ber vê yekê jî em dikarin bibêjin ku rizgariya mirovahiyê bi xwezayê pêkane ye.    * Herî dawiyê hûn dixwazin çi bibêjin?    Di sedsala 19’an de, nexweşî bi gelemperî normal tê dîtin.  Ligel hemû pênaseyan, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di sala 1948'an de hevceyê bi pênaseyên nû kir. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê; "Tenduristî ne tenê qelsiya laş û giyaniyê. Tenduristî di heman demê de  hişmendî û giyana  civakê ye." Ez difikirim ku îro ev nexweşî ne tenê li ser xwezayê di heman demê de dê bandoreke mezin li ser pêşeroja mirovahiyê jî bike. Her çiqas COVİD-19 wekî nexweşiyeke civakî bê bi navkirin jî herkes dizane ku sedemê vê nexweşiyê  pergala kapîtalîst e. Ji ber vê yekê em hêvî dikin ku di nav civakê de fikra "Pêdiviya me bi xwezayê heye û em êdî zirar nadin xwezayê” ava bibe. Avakirina pêşerojên xweş û bi hêvî destê me de ye.”