Suheyla Dogan: Qadên sît ji talanê re vekirin 2020-03-29 09:26:23   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Berdevka Yekitiya Ekolojiyê Suheyla Dogan, diyar kir ku desthilatdariyê vîrusa belav bûye ji xwe re kiriye derfet û der barê qadên di bin parastinê de rêzikanme derxistiye û got: “Bi vê rêziknameyê jî ev qadên sît jî dan sanayiya madenê. Vekirina van qadan, rê li ber belavbûna nexweşiyan vedike.”   Vîrusa Korona li Tirkiyeyê her diçe belav dibe û gelek kesî jiyana xwe ji dest da. Li dijî vîrusê rêbaza îzolasyonê tê meşandin û ji bo hemû welatiyan banga ‘li malê xwe bin’ tê kirin.Lê hikûmetê ev rewş jî ji xwe re kir derfet. Hevberdevka Demî ya Yekitiya Ekolojiyê Suheyla Dogan diyar kir ku hikûmetê di 16’ê Adarê de der barê qadên parastî de rêzikname derxistiye û ev qad dane maden û sanayiyan.   ‘Hilweşandina kolanan şaş e’   Suheylayê got ev nexweşiyên wisa ji ber feraseta kapîtalîzmê ya li hember xwezayê dertên holê û got: “Em dizanin ku wê nexweşiyê wisa zêde bibin. Lê ji bo xweparastina ji vîrusa korona jî em hemû bakteriyan tune nekin. Hilweşandina kolanan şaş e. Ev kîmyasal wê zirarê bidin xwezayê. Me nêzî 30 saziyan îmze da û got şertên hîjyenê nikarin wisa bên girtin. Me li ser çapemeniya civakî bang li desthilatdariyê kir. Nexweşxane, navendên xurekê, wesayîtên veguhestina komî dikarin bên paqijkirin. Ne kolan.”   ‘Îzolasyonê ji xwe re dikin derfet’   Suheylayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ji ber vîrusê nikarin derkevin derve, belavokan belav bikin û faliyetan bikin lê li ser çapemeniya civakî xebatan dimeşînin û got: “Dewlet îzolasyonê dike defet. Hewl da ku gelek qanûnan derxîne. Der barê qadên tên parastin de di 16’ê Adarê de rêziknameyek weşand. Di vê mijarê de me kampanya da destpêkirin. Bi vê rêziknameyê jî qadên sît yên xwezayî dan sanayiya madenê. Ev guherînek girînge. Ev pêkanîn rêli ber nexweşiyan vedike. Me got divê ev rêzikname bê betalkirin. Ji bo doz vekirinê jî du meh dema me heye. Em ê dozê vebikin.”   ‘Wê her kes encamên vê krîzê bijî’   Suheylayê daxuyakirin ku di torên piştevaniyên tên avakirin de teşeyê jiyana ekolojîk jî dikare bê hûnandin û ji bo ev krîz zêdetir zirarê nede,divê tecrubeyên jiyana ekolojîk bê pafvekirin û got: “Her kes wê encamên krîzan bijîn. îzolasyona civakî û krîza tê jiyîn hemû bar li ser jinan bar kiriye. Lê divê jin tenê vî barî hilnedin. Em dixwazin ku li her derê demokrasî bê jiyîn. Bila mêr û zarok jî bibin hevkarê vî barî.”