Gundê Zaxora di bin avê de dimîne: Naxwazim xaniyê xwe wisa bibînim 2020-02-17 09:11:42   Berîtan Canozer   ÊLIH - Nurşen Er û malbata wê ku li gundê Zaxora a Heskîfê dijiyan, mala wan di bin ava bendavê de ma. Nurşenê da zanîn ku heta niha nêzî 50 gundî di bin avê de maye û got: “Êdî cihekî bi navê Heskîfê tune. Dema xaniyê xwe wisa dibînim xemgîn dibim, nikarim qebûl bikim.”   Bendaca Ilisu ya ku wê Heskîfa xwedî dîroka 12 hezar salî bi 199 cihî di bin avê de bimîne, roj bi roj bilind dibe. Gelek şikeftên herêmê, Pira Heskifê û avahiyên dîrokî ketin bin avê. Li aliyê din jî beşeke mezin a geliyê Dîcle û Botanê jî di bin avê de ma û nêzî 50 gundî di bin avê de winda bû. Yek ji van gundan jî gundê Zaxora ye. Nurşen Er û malbata wê ku mala wan ya li gund bin avê de ma, alavên xwe xilas nekirin.   ‘Bermaberê xanî û erseyê 70 hezar dan’   Nurşenê ku ligel serma zêde alavên ku hewl da ji xanî xilas bike, li aliyê din jî hewl dide bi zarokên xwe re eleqeder bibe. Nurşenê diyar kir ku ev tiştên jiyane heq nekirine. Nurşen û malbata wê koçî gundekî din ku xizmên wan li wir bûn kirin û got nedixwestin gund terk bikin lê neçar mane. Nurşenê bi lêv kir ku bi dehan carî hewl dane bi rayedaran re hevdîtinê bikin lê derfet nedane wan û got: “Beyî ku daxwaza me bigirin, 70 hezar ji bo xanî û ersa me razandine hesabê hevjînê min. Xanî yê me erse yê me. Gelo beramberê vê ma 70 hezar e. Her tişt li aliyekî em naxwazin gund terk bikin.”   ‘Êdî Heskîf tune’   Nurşenê destnîşan kir ku hevjînê wê li gund masîvanî dikir û jiyana xwe wisa berdewam dikirin û got: “Kar tune. Gelo wê hevjînê min niha çi bike. Wê çi karî bike. Em ji nanê xwe û mala xwe bûn. Em sibehekê rabûn av heta paçeya me hatiye. Em ne tenê ne. Niha li gund her kes di bin xetereyê deye. Zarokên me heta êvarê li derve dilîzin. Av heta ber mala me hatiye. Zarokên me bikevin avê wê çi bibe? Tu tedbîr nayê girtin. Êdî cihekî bi navê Heskîfê tune.”