Li Mêrdînê roj bi roj hewa qirêj dibe 2020-02-02 09:06:52   Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN - Endama Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê Derya Aykol da zanîn ku qirêjia hewayê ya roj bi roj zêde dibe zirarê dide tenduristiya mirovan û ekolojiyê û got ji ber kanên xîzê hewa zêdetir qirêj dibe.   Li seranserê welat ji ber bandorên cuda hewa roj bi roj qirêjtir dibe. Baceyên fabrîkayan yên bê fîltre, sektora înşatê ya roj bi roj mezin dibe, tunebûna qadên hêşinatiyê, sedemên herî mezin yên qirêjiya hewayê ne.  Yek ji bajarên ku herî zêde qirêj dibe Mêrdîn e. Di 10 salên dawî de ji ber sektora înşatê, avahiyên tên çêkirin, hewaya paqij a bajar tune bûye. Ji Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê Derya Akyol bi lêv kir ku ev qirêjî bi taybet zivistanê xwe dide der û got ji ber qirêjiyê jî li bajar di salên dawî de nexweşî zêde bûne.   ‘Dema binesazî tên çêkirin, encamên wê nayên nîqaşkirin’   Deryayê bi lêv kir ku mirov bi salane parçeyeke xwezayê ne û got: “Mirov û hemû zindiyên din di asta serobinobûna krîza ekolojîk de ne. Dewletên kapîtalîst  bi hêrsa mezinbûn û sermayeyê, kar û barên xwe berdewam dikin. Qirêjiya hewayî dikare li gorî destkeftiya sermayê bê nirxandin. Li welat bi taybet dema projeyên înşat û avahiyên bilind tên avakirin encamên wê yên xwezayî nayên nîqaşkirin. Dema em di alî herêmî de jî bifikirin, em bandor û nîşaneyên vê dibînin.”   ‘Li navenda bajar 10 kanên xîzê hene'    Deryayê daxuyakirin ku li Mêrdînê di 10 salên dawî de, sektora înşat û kanên tên xebitandin bandorek mezin li ser qirêjiya hewayê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Welatiyên bajar sal bi sal hewayek qirêjtir dikşînin dilê xwe. Li Mêrdînê hejmara wesayîtan her diçe zêde dibe, tevî ku hewcedariya avahiyan têr dike jî bi sedan qadên înşatê hene, kanên madenê hene, baceyên bê fîltre û her der kirine beton. Ev hemû kareseteke hawirdorê ne. Qirêjiya hewayê jiyanê tehîd dike. Gelek nexweşî derdikevin holê. Bi taybet zivistanê dumanên jehrî zêde dibin. Li navenda bajar û navçeyan bi giştî 10 kanên xîzê hene. Welatiyên navendê vê qirêjiyê dibînin. Beşên lezgîn yên nexweşxaneyan tije ne, nexweşên ku pirsgirêkên behndanê dijîn bê guman ev ne tesadûf e.”   ‘Divê ev binpêkirin bi dawî be’   Deryayê di dawiya axaftina xwe de çend pêşniyaran kir û wiha got: “Bi kêmkirina bikaranîna wesayîtan, bi bikaranîna fîltreyên ji bo baceyan û çavkaniyên enerjiya tê nûkirin û çandina daran, bêguman wê pêngav û hestiyariyekê ava bike. Lê mixabin wê li dijî şîrketên tekelê wek dengekî biçûk bimîne.”