Ji pisporan hişyarî: Ekolojî û aboriyê tehdîd dike 2020-01-19 10:25:30   Gulîstan Azak   STENBOL - Bertekên li dijî Projeya Kanal Stenbol didomin. Bertek ji pisporan jî hat û der barê vê de hişyarî kirin. Ji Parastina Daristanên Bakur Ayşe Yikici ku proje wek ‘projeya kujer’ bi nav kir, diyar kir ku ev wê rê li ber texrîbateke cidî ya ekolojiyê vebike. Psîkolog Aynur Ozalp jî got ev proje krîza aborî kûr dike û wê rê li ber întîxarê jî vebike.   Bertekên li dijî projeya Kanal Stenbol her diçin zêde dibin. Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ji bo pêşniyar û îtîrazên gel - 10 roj dem dabû. Di vê pêvajoyê de bi hezaran kesî daxwazname da. Lê wezaretê di daxuyaniya roja berê de biryara ‘erênî ya nirxandina bandora hawirdorê’ girt.   Ji Parastina Daristanên Bakur, Ayşe Yikici, bi lêv kir ku hikûmet ji bo ekolojiyê tune bike çi ji destê wan tê dike, diyar kir ku wê dîsa herî zêde gel ji texrîbatê bi bandor bibe û got: “Di rewşa proje pêk bê, ji Behra reş bigirin heta herêma Marmarayê wê ekolojî serobino bibe. Projeya ku hikûmet propaganda wê dike, di esasê de projeya kujer e. Daristanên Bakur û ekosîstema herêmê ji xwe gelek texrîb bûne. Ji bo hîn bêtir xera nebe divê hikûmet demildest dest ji vê projeyê berde. Dîsa herêm riya koçberiyê ya çûkan e. Mudaxaleya li hember wê herêmê, wê komkujî be. Kanal û boxazeke ku xwezayî ye heye, hewce bi kanaleke nû ya çêker tune ye. Ev ji hilweşîna ekolojiyê wêdetir tu tişt nîne. AKP ji roja hatiye desthilatdariyê heta îro, bûye sedema hilweşîna ekolojiyê. Wek erd li daristanan dinêrin û bi rastî jî ev pirsgirêkeke cidî ye. Ekolojî di bin tehdîdeke mezin de ye.”   ‘Lêborînên piştî îxanetê tu tiştî îfade nake’   Ayşeyê destnîşan kir ku hikûmet, pêkanînên, berovajî Plana Sererastkitina Hawirdorê ferz dike û pêşî li êrîşên li hember ekolojî û nirxa çandî û dîrokî ya Stenbolê vedike. Ayşeyê ev tişt daxuyand: “Li herêmê xebat hatine destpêkirin. Beyî plana sererastkitina hewirdorê li ber çavan bê girtin, ev qad ji înşatê re tê vekirin. Ya pêşî li vê pirsgirêkê vekiriye desthilatdarî bi xwe ye. Desthilatdarî dibêje ‘me halîç paqij kiriye’. Lê tunekirina daristanan jî bi vê re dike. Hewl dide carek din îxanetê vî bajarî bike. Li holê ye ku îxaneta herî mezin di dema desthilatdariya heyî de pêk hatiye. Lê lêborînê piştî îxanetê jî tu tiştekî îfade nake. Me wek Parastina Daristanên Bakur, pêvajoya projeya heyî ji 2011’an heta niha şopand. Me têkoşîn heta îro anî. Ji bo betalkirina projeyê hemû aliyan bertekên xwe nîşan da. Me bang kir. Di çarçoveya vê de xebat dimeşin.”   ‘Întîxarên girêdayê krîzê dibe ku zêde bibin’   Pispor, Psîklog Aynur Ozalp jî bi lêv kir ku di rewşa ku proje pêk bê de wê krîza aborî kûr bibe û girêdayê vê jî wê întîxar zêde bibin. Aynurê ev hişyarî kirin: “Beriya projeya Kanalê, gelek pirsgirêkên girîng yên li benda çareseriyê ne hene. Li dijî projeyê fikarên cidî hene. Hilweşîneke ekolojîk ya gelek cidî mijara gotinê ye. Gelek kes der barê Projeya Kanal Stenbol de fikarên xwe vedibejin. Aboriya welat di bin tehdîdê de ye. Proje dikare krîza aborî kûr bike. Girêdayê krîzê bûyerên întîxarê jî dikarin zêde bibin. Gel pirsgirêkên cidî yên aborî dijîn. Mirov ji ber vê canê xwe digirin. Mirov bi komî întîxar dikin. Ev întîxar jî meznahiya krîza aborî nîşan dide. Fikarên gel tên dîtin. Gelek kes ji ber pêşerojê bi fikarin.Gelek pispor fikarên xwe yên der barê projeyê de vedibêjin. Divê ev hişyarî li ber çavan bên girtin.”