Şêniyên taxê 3 sal in ji DSÎ'yê bersivê dipên 2020-01-14 09:05:09   AGIRÎ - Li taxa Heskîfê ya Bazidê, şêniyên taxê ji bo çalên derdora çeman ku 3 sal berê hatin vekirin, bên girtin, îmze kom kirin û serî li DSÎ'yê dan. Şêniyên taxê wiha gotin: “Em dixwazin bersivê bidin me û çalên derdora çem bên girtin.”   Welatiyên li taxa Heskîfê ya Bazidê ya Agiriyê dijîn, diyar kirin ku sê sal berê ji aliyê Karê Avê ya Dewletê (DSÎ) ve çal hatine vekirin û dixwazin ev çal bên girtin. Çalên ku kanalîzazsyona malan diherikê, bi taybet ji bo zarokan bi rîsk e. Ji bo ev çal bên girtin, şêniyên taxê her tim serî li DSÎ'yê didin lê hîna tu bersiv negirtine.   ‘Em her tim serlêdanê dikin lê kes bersivê nade’   Guneş Demîr destnîşan kir ku çem li ber mala wê derbas dibe û got: “Me çend caran serlêdan kir. Lê kes me nabihîze. Hewşa me tije av bû. Ji bo zarokên me xeter e. Ji ber xetereyê ku zarok bikevin çalan, zarok nikarin li derve jî bilîzin. Her wiha bîhn û pîsiya wê jî dibe sedema nexweşiyan. Bi taybet di mehên havînê de em her tim zarokan dibin nexweşxaneyan. Kurê min meha borî ket û milê xwe şikand.”   Ji bo girtina çalan 400 îmze   Keyaya taxê Mesmegul Ozdemîr jî bi lêv kir ku ji bo ev çalên derdora çem bên girtin îmze kom kirine û got: “Me herî kêm 400 îmze kom kir. Ji bo ev çal bên girtin me serlêdan kir. Lê hîna jî bersivek nedan me.”