Keşîşxaneya Ardzvaper ji aliyê defînegeran ve tê wêrankirin 2020-01-05 09:10:55   WAN - Keşîşxaneya Ardzvaper ya li navçeya Erdîş a Wanê ye, ji ber kolandinên defîngeran ve veguheriye xerabeyê.   Keşîşxaneya ku divê bikeve bin parastinê û ji turîzmê re bê qezenckirin, ji ber bê eleqebûnê bi tunebûnê re rû bi rû ye.    Keşîşxaneya Ardzvaper ya li gundê Salmanaga ya Erdîşa wanê ye, ji ber bêhestiyariya rayedaran terkî qedera xwe hatiye kirin. Berhemên ku xwedî çand û dîrokek mezin e, li şûna ku ji bo turûzmê bê pêşkêşkiri, dibe hedefa defîngeran.   Keşîşxaneya ku bi dehan carî ji aliyê defîngeran ve hatiye talankirin, di hundirê wê de çalên mezin hatine avakirin û dîwarên derî beşek wan ya mezin êdî tune. Her wiha di hundirê wê de agir tê pêxistin û bûye wek sergo. Derdora keşîşxaneyê jî hemû çop e. Keşîşxaneya ku di sala 1393’an de hatiye çêkirin, tê gotin ku wê demê 60 xwendekarên wê hebûne û yek ji keşîşxaneya herî girîng ya herêma Serhedê ye.