Îdiaya darên ku hatin birîn, hatine firotin 2020-01-03 09:07:02   MÊRDÎN - Hat îdia kirin ku li çiyayên Omeryan, ev nêzî mehekê ye cerdevan û şîrketên taybet darên herêmê dibirin û darên ku bi îdiaya ‘malên xezîneyê ne’ hatine birîn, difroşin.   Li çiyayên Omeryan ku di navbera sînorê Omerî, Mîdyat û Nisêbîna Mêrdînê cih digire, hat îdia kirin ku darên wir ji aliyê leşker û cerdevanan ve tên birîn. Di meha îlonê de li herêmê pevçûn hatin jiyîn û piştî vê jî li vir operasyon dom kir. Gundiyên li herêmê, diyar kirin ku ji wan re hatiye gotin ku bi cerdevanan re daran bibirin û gundiyên ev qebûl nekirine rastî tehdîda cerdevanên qerekolê hatine. Gundiyan bi lêv kir ku ev meheke dar tên birîn û îdia kirin ku êzingên hatine birîn jî serî tonê tên firotin.   ‘Serê tonê difroşin’   Li gorî agahiyên keyayê gundekî Omeriyê, sala ku biryar hatiye derxistin, tapoyên gundiyên ku erdê wan li herêmê hebûye, nedanê û erdên ku tapoya wan nehatiye dayîn jî di biryarê de wek ‘qada daristanê’ hatiye nîşandan. Keyayê ku nexwest navê xwe bide der barê mijarê de wiha got: “Berê ji bo erdên ku tapoya wan tunebû, qanûna derxistina tapoyê hat derxistin. Ev di rojnameyên fermî de jî hat weşandin. Lê erdê bi dehan malbatî wek qada daristanê derbas kirin. Tapo nedan malbatan. Niha şîrket ketine çiyan û dibêjin ‘malê xezîneyê ye’ û dibirin. Em behsa 800 donim qad dikin. Daran dibirin û serî tonê difroşin.”   ‘Havînê dişewitînin, zivistanê dibirin’   Gundiyan bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku çiyayên Omeryan her sal ji ber şewatên derdikevin tên şewitandin û gotin: “Niha jî daran qetil dikin. Hem me tehdîd dikin hem jî malê me digirin. Daran dibirin. Havînan dişewitînin, zivistanê jî dibirin.”