Li Evûstralyayê ji ber şewata daristanê 17 kes mirin 2020-01-01 16:20:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li başûrê rojhilatê Evûstralyayê agir bi daristanê ket û 17 kes jiyana xwe ji dest dan.    Di encama şewata daristana li başûrê rojhilatê Evûstralyayê 17 kesî jiyana xwe ji dest dan. Îro hîn cenazeyên din ji nav daristanê hatin derxistin. Bi tenê li eyaleta Gallerê 7 kes mirine.   Li Eyaleta Vîctorîayê jî komên alîkariyê diyar kirin ku di sê rojên dawîn de 4 kes winda ne. Ji ber şewatê xetên elektrîk, înternet û telefonê hatine qutkirin. Hate diyarkirin ku ji ber şewata li welat herî kêm hezar û 400 mal hatine hilweşandin. Li gorî rayedaran 5,5 milyon hektar qad bûne xwelî ev jî bi qasî Danîmarka yan jî Hollandayê ye.