Li Silopiyê ji ber santralên termîkê mirin û nexweşî zêde bûn! 2020-01-01 09:10:18   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Santralên termîkê ku ji aliyê Koma Cîner ku bi nêzîkatiya xwe ya hikûmetê tê zanîn ve tên çêkirin, li Silopiyê jiyana kesan û hemû zindîweran dikin xeterê. Jinên ku li bajarokê Gîte yê dijîn, bertek nîşanî  çêkirina santralê dan û wiha gotin: “Jiyana me ji ber santralê di xeterê de ye û em nikarin tu tiştî bikin. Em dixwazin ku demildest çêkirina van santralan bê sekinandin.”   Santralên termîkê yên di navbera bajarokên Gîte û Bêspîn ên sîlopiya Şirnexê de ku ji aliyê Koma Cîner ya bi nêzîkatiya xwe ya hikûmtê tê naskirin hatin çêkirin zerara ku din xweza, mirov û hemû zindîwerên din berdewam dikin. Herî dawî di meha Tîrmehê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê santralên tên çêkirin de daxuyanî dabû û diyar kiribû ku di 3 salên dawîn de ji ber snatralê termîkê 5 sed û 11 kesî jiyana xwe ji dest daye. Herwiha li herêmê ji ber van santralan 11 hezar kes jî astengdar hatiye hiştin.    'Qadên jiyanê di xeterê de ne'   Li  3 giran xebatên madenê ji sala 2008’an heta niha tên meşandin. Li cihê ku xebat tê kirin heta îro gelek dar hatin birîn û pezkovî jî tê de qada jiyana gelek zindiyan hat tunekirin. Di encama xebatên  tên kirin de bi sedan kamyon û kepçe tên bikaranîn û qada madenê roj bi roj her ku diçe fireh dibe. Her wiha bê navber dînamît tên teqandin. Ji ber dînamîtên ku bê navber di qada madenê de tên teqandin û ewrên tozê yên ku çêdibin welatiyên gundên derdorê û navendê ji vê rewşê neyînî bi bandor dibin. Her wiha ji ber santralên termîkê gelek ajal jî mirin.         Li herêmê mirin û pençeşêr zêde dibe   Santralên termîkê ku bandorê li jiyana mirovan dike, di dema hilberînê de gazên cuda berdide hewayê. Madeyên wekî kukurt û azotê  dibin oksîd û piştî ku tevlî hewayê dibin vê carê dibin sedema nexweşiyan. Lê zirarên santralên termîkê bi tenê ne ev in. Di derdorê de nebat û sewalên ku hene dema vê hewayê dikişînin gelek zerar dibînin. Sewalên ku nû çêdibin  zû dimirin. Herwiha madena  ku tevlî ava vexwarinê dibe jî zerarek mezin dide tendirustiya mirovan. Ji xeynî van jî baranên asît û xwelî li daristanan, erdên çandiniyê dibare û dibe sedema texrîbatên mezin. Di encama van de cureyên nexweşiyên pişikê, krîza dil û pençeşêrê jî zêde bûne. Xeynî van jî jinên ducanî an ber tavên û an jî zarok astengdar ji wan re dibin.     ‘Her hefteyê yek an jî du kes jiyana xwe ji dest didin’   Li gel santralên termîkê kanên madenê hene û ev jî zirara ku didin xweza û mirovan du qat zêde dikin. Jinên ku li bajarokê Gîteyê dijîn anîn ziman ku li herdu bajarokan jî nexweşiyên krîza dil û beravêtina jinan gelek zêde bûye û wiha gotin: “Hemû kesên vê derê ji ber santralan bi gazinc in. Bi çêkirina santralan li bajarokê nexweşiyên krîza dil, astengdarî û beravêtina jinan gelek zêde bûye. Zebze û fêkiyê ku em li erda diçînin yan şîn nabin yan jî xira dibin. Berê ava me ya vexwarinê ji çiyan dihat. Lê hafriyata ku hat valakirin pêşiya avê hat girtin û em niha ava qirêj vedixwin. Her wiha ji ber qirêja ku tevlî avê dibe êdî av nema tê vexwarin. Ji ber vê jî  em ava vexwarinê ji gundê derdorê tînin. Qada me ya jiyanê teng dikin û em nikarin tu tiştî bikin. Her hefteyê yek an jî du kes ji ber santralê jiyana xwe ji dest didin.”   ‘Krîza dil zêde bûye û mirovan dikuje’   Jinan, bi lêv kir ku krîza dil zêde bûye, bi carekê re mirovan dikuje û wiha bi lêv kir: “Em firsendê nabînin ku biçin nexweşxaneyê. Ji ber ku krîz tenê carekê tê û mirov demildest jiyana xwe ji dest didin. Jiyana me ji ber santralê têk diçe û em nikarin tu tiştî bikin. Em dixwazin demildest ev santral bên sekinandin.”   ‘Ji malbata me 6 kesî jiyana xwe ji dest da’   Jinekê din jî ev tişt got: “Ji malbata me di nav 6 mehan de 6 kesî jiyana xwe ji dest da. Niha jî ji malbata me yek jî li nexweşxaneyê ye û rewşa wî girane. Di mêjiyê wî de tûmor derket.”