Li Dêrsim pezkovî di hedefa neçîrvanan de ne 2019-12-27 12:14:39   DÊRSIM - Li Dêrsimê neçîrvanên ku çile ji bo xwe fersend dibînin, pezkoviyên li çiyayên Dêrsim qetil dikin.    Pezkoviyên ku li gorî baweriya elwiyan pîroz tên dîin, li Dêrsimê dibin hedefa neçîrvanên ku ji derêvê bajêr û ji welatên biyanî tên. Li Gundê Kozluca yê Navçeya Plumoriyayê ya Dersînê neçîrvan derketin seyda pezkoviyan û yek ji wan kuştin.  Piştî dîmenê pezkoviyê hatin weşandin derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.     Welatiyan anîn ziman ku ji Çemişgezek heta Geliyê Tagarê û ji Geliyê Sorpiyan heta Elîboxazî pezkovî ketine hedefa neçîrvanan û jiyana wan di xetereyê de ye. Hat diyar kirin ku heta niha li herêma Sorpiyan şivanekî jî 14 pezkovî kuştine.