Hewldana Jiyandina Heskîfê: Li Heskîfê qiyamet radibe 2019-11-18 15:45:48   ÊLIH - Hewlda Jiyandina Heskifê, diyar kir ku piştî ava Bendava Ilısu bilind bû, li geliyê Heskîf û Dicleyê qiyamet radibe û wiha bang kir: "Ji bo parastina Heskifê hêj ne dereng e. Bila Dîcle azad biherike."    Hewldana Jiyandina Heskifê, bi sernavê “Geliyê Heskif û Dicleyê rojên qiyametê dijîn" daxuyanî da û bang li raya giştî kir ku têkevin nava hewldanan. Hewldanê anî ziman ku li gorî lêkolînan şopa mirovan heta 300  hezar sal berê li vir xuya dibe û wiha got: "Yekem car mirov 12 hezar sal berê li  vir bi cih û war bûne. Muzeya servekirî ye. Bajarekî antik e. Herî kêm 24 şaristanî hatine li vir bi cih bûne û çûne. Di  lêkolînana hatiye kirin de diyar dibe ku  289 hoyuk, 199 wargeh, û herî kêm 100 cureyên endemik bi tunebunê re rû bi rû ne. Ev nirxên dirokî piştî 50 sal şûnde dê di bin avê de bimînin û tune bibin. Ji ber vê yekê em bang li raya giştî dikin ku Ji bo heskifê hêj ne dereng e. Bila Dîcle Azad biherike."