Ekolojîst Derya Akyol: Şerê li dijî xwezayê li dijî mirovahiyê ye 2019-11-05 09:17:57     MÊRDÎN - Bi bendava tê çêkirin ji bilî Heskîf a 12 hezar sal dîroka wê heye, wê gundên geliyên Dîcleyê jî di bin avê de bimînin. Ekolojîst Derya Akyol çêkirina bendavan nirxand û wih agot: “Ev şerê li dijî xwezayê hatiyekirin, şerekî li dijî mirovahiyê ye. Armanca çêkirina bendavên li Kurdistanê ev e ku herêmê bê kurd bihêlin.”   Ji ber Bendava Ilisu ya wê Heskîf a 12 hezar sal dîroka wê heye û bi sedan gundên Dîcleyê di bin avê de bimînin. Ji ber vê gund tên valkirin. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Karê Ava Dewletê (DSÎ) bendav wê di 199 gundî re derbas bibe û wê bi giştî 85 heb gund di bin avê de bimînînin. 55 hezar kes wê axa xwe winda bikin. 15 hezar kes jî wê koç bikin.   Welatî koçî bajar û navçeyan dikin   Gundiyên gundên Çelîka û Miştê piştî malên xwe valakirin, gundê wan di bin avê de ma. Welatiyan koçî Kerboran û bajarên mezin kirin. Gundên Germav, Zengan, Kayapinar, Amara, Liyan jî di lîsteya gundên wê di bin avê de bimînin e. Perestgehên ku nû hatine kîfşkirin jî wê di bin avê de bimînin.   ‘Koçberî wê rê li ber travmayê vebike’   Endama Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê Derya Akyol, da zanîn ku bendav li gundên derdora geliyê Dîcleyê wê texrîbatek mezin bike û wiha got: “Ev hemû wê bandora li ser guherîna civakî-çandî û her wiha wê bibe dedema hilweşînên mezin a ji ber bandorên psîkolojîk ya ku koçberî diafirîne. Ev wê rê li ber travmayên mezin vebike. Bi tunebûna gundan re wê li herêmê çandinî jî tune bibe. Ev şerê li dijî xwezayê tê kirin herî zêde li hember mirovahiyê tê kirin. Em dixwaizn ev şerê xwezayê demildest bidawî be.”