Li Qilebanê 8 bendav hatin çêkirin: Gundek di bin avê de ma 2019-10-30 09:09:17   ŞIRNEX - Ji aliyê DSÎ ve li ser riya 60 kîlomtreyî ya di navbera navenda Şirnex û navçeya Qilebanê de ye 8 bendavên ku hatin çêkirin qediyan. Ji ber bendavên hatin çêkirin piştî Pira Spî gundê Qaliq (Bağli) jî di bin avê de ma.   Saziya Karên Avê ya Dewletê(DSÎ), di sala 2009'an li Şirnexê û navçeyên wê  bendav çêkriin. Li ser geliyê ku 60 kîlometre ye û di navbera navenda bajêr û navçeya Qilebanê de ye 8 bendavên hatine çêkirin  hema bêje qediyan.   Gundek  di bin avê de ma   Li gundên Qilebanê yê Kêriya Reş  bendavek, li Şêxan bendavek, Li Qaliq bendavek, di têketina Nêrweh bendavek û li derketina heman gundî  jî bendavek, li Bilîh bendavek,  li Kiror bendavek û li Behnova Êwil jî bendavek tê çêkirin. Li Qilebanê bi giştî 8 bendav tên çêkirin. Her wiha beriya 5-6 salên pêşî li gundê Şêxanê Pira Spî ya dîrokî ku hebû ji ber bendava hat çêkirin di binê avê de ma. Niha jî gundê Qaliq ku nêzî du mehin bendav lê hatiye çêkirin gund dibin avê de maye û hîn jî dimîne. Ji alyek dinê ve jî li gundê Nêrweh bendava ku hem di têketin û hem jî di derketina gund de hatiye çêkirin dema ku avê bigire dê gund hemû di bin avê de bimîne.   Bi sedan dar hatin birîn   Ji ber bendavên ku li gundan hatine çêkirin, edkolojiyê zerarek mezin dtîiye. Li van herêmên ku gelek heywan lê dijîn,  bi sedan dar hatine birîn û her wiha gelek erd jî êdî nayên çandin. Ji ber bendavên ku serê 10 kîlometreyan yek hatiye çêkirin, robar jî bi zuha bûnê re rû bi rû man. Ev rewş herî zêde bandorê li gundiyên ku debara xwe bi çandiniyê dikin dike. Li gelek riyên ku ji  ber bendavan dê di bin avê de bimînin , niha xebatên kolandinê tên kirin. Bi dehan kepçe çiya dikolin û ji ber vê jî bi sedan dar hatine birîn. Ji aliyek dinê ve jî li bendavên ku hatine çêkirin gelaşa li nav avê hatiye rijandin jî balê dikişîne.   Hat îddîakirin ku welatiyên malên wan di bin avê de mane jî dê bînin di TOKÎ'yên yên têketina Cizîrê de hatine çêkirin de bi cih bikin.   15 xanî di bin avê de man   Nêzî du mehin li gundê Qaliq ji ber bendava hat çêkirin av berdanê, gelek xanî di bin avê de man. Hat zanîn ku ji ber xaniyên welatiyan di bin avê de man berê xwe dane navçeya Qilebanê û gundên derdora wê.  Jina bi navê Meryem Kara ku mala wê jî hindik maye di bin avê de bibîne xaniyên xwe terk nekir û neçû. Meryem, bi lêv kir ku ji ber bendava hatiye çêkirin jiyana wan di bin xeteriyê de ye û wiha got: “Li vî gundî nêzî 15 xanî di bin avê de man. Niha nêzî 20 xanî hema nivê wan di bin avê de mane. Gelek xaniyên dinê jî hema hema êdî av digihîje wan. Ji van yek jî xaniyê min e. Ev jî dibe ku heta çend rojan di bin avê de bibîne. Hemû welatiyên vê derê ji ber xaniyên wan di bin avê de man li gundên derdorê û navçeyê bi cih bûn. Kesên ku niha koçberî gundan û navçeyê bûne jî di xaniyên kirê de dimînin. Niha ava bendavê nêzî mala min e jî. Ewlehiya me li vê derê tune ye. Lê ji ber rewşa me ya aborî destûr nade em niha nikarin xaniyên xwe terk bikin û biçin.”    ‘Me dever hîştin’   Meryem, her wiha da zanîn ku ji ber xaniyên welatiyan di bin avê de mane dewletê hinek pere dan  û wiha domand: “Ji ber xaniyên me di  bin avê de hiştin pereyekî kêm dan. Pereyê ku dan tenê em dikarin pê xaniyekî çîbikin. Lê wekî din erd û arsayên me hatin desteserkirin.  Dewlet me di bin deynan de hîşt. Hîn welatiyên ku ji vê derê derketin ji dewletê kon xwestin lê wan neda.  Ji me re gotin ‘me pere daye we, biçin ji xwe re xanî bikirin an jî çêbikin.’ Wekî ku tinazê xwe bi me bikin. Em bi rewşa me ya kambax re rûbirû hiştin.  Ji ber xaniyên me yên vê derê jî di bin xeteriyê de ye em bi derfetên xwe xaniyan çêdikin û piştre em ê derbikevin. Ger ku em niha derbikevin cihê ku em biçin tune ye. Ji xwe kon jî nadin me. Her wiha heywanên me yên ku li vêderê ne jî zirarê dibînin. Ji ber ku mafê me nadin me di derbarê wan de me doz vekir. Heta niha di warê doza me vekir de tu pêşveçûn tune ye. Lê em dev ji doza ku me vekiriye bernadin. Em ê gavê jî paşve navê jin.”