Beyza Ustun: Gel wê tiştên ji wan hatiye girtin, şûnde bigire 2019-09-30 09:09:42   ÎZMÎR - Bezayê diyar kir ku têkoşîna ekolojiyê bi têkoşîna hiqûqê dest pê dike lê desthilatdarî hiqûqê li gorî berjewendiya sermayê bi teşe dike û got: “Gel wê rojekê tiştên ji wan hatiye girtin, şûnde bigire. Yên dixwazin vê têkoşînê bişkînin jî wê bên teşhîrkirin.”   Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê û akademîsyen Beyza Ustun da zanîn ku têkoşîna ji bo xwezayê tê dayîn, di navbera gelan de peywira pirê dibîne û got parêzvanên jiyanê ne li gorî sererastkirinên sermayeyê divê mafê jiyanê li ber çavan bigirin û li ser zemînên rewa têkoşînê bidin.   ‘HDP di berxwedana Çiyayên Kazê de cih girt’   Beyzayê daxuyakirin ku krîza sermayeyê û dewleta ku krîzê kûr dike, êrîşên li hember xwezayê kûrtir dike û li cihên ku pratîka têkoşînê tune bû jî berxwedanên nû derketiye holê. Beyzayê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em çawa xwedî li çemên xwe derket, li hember hemû êrîşên desthilatdariyê jî li berxwe didin. Nêrînên siyasî yên cuda biparêzin jî qadên jiyana xwe diparêzin. Xeta partiya me ya sereke, jiyana nû li gorî siyaseta ekolojîk hunandine. HDP ligel têkoşînên xwe yên rojane, ligel hemû têkoşînên xweser jî cih digire."   ‘Projeyên li hember Kurdan bi projeyên sermayeyê re bûn yek’   Beyzayê daxuyakirin ku têkoşîna li Heskîf û Çiyayên Kazê bi salane didome û têkoşîna li Çiyayên Kazê her diçe dikeve bin zexta desthilatdariyê lê di pêvajoya dawî ya piştgiriya ji bo berxwedanê zêde bûye. Beyzayê wiha got: “Di 2010’an de piştgirî ji bo tevgerên gundiyan bihata dayîn wê îro ne Heskîf ne jî Çiyayê Kazê di vê rewşê de bûna. Heskîf tunekirina çand û jiyanekê ye. Gelek piştgirî ji bo têkoşîna wê hatiye dayîn. Lê ji ber têkoşîn bi gelê wê herêmê re neanîn gel hev heta îro ev pêvajo berdewam kiriye. Têkoşînên Heskîf û Çiyayên Kazê yê hevdem pêk hatin, silav dan hev. Li dijî zextên pergalê, têkoşînên tên dayîn di navbera gelan de jî pir ava kir.”   ‘Di têkoşînê de divê hiqûqa rewa esas bê girtin’   Beyzayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna ekolojiyê bi têkoşîna hiqûqê dest pê dike lê desthilatdarî hiqûqê li gorî berjewendiya sermayeyê bi teşe dike û got: “Gel wê rojekê tiştên ji wan hatiye girtin, şûnde bigire. Yên dixwazin vê têkoşînê bişkînin jî wê bên teşhîrkirin.”