Pisporan rapora okyanosên ku alarmê dide weşand 2019-09-25 16:07:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Panêla Guherîna Avûhewayê ya Navhikûmetî ya bi ser Neteweyên Yekbûyî ve di têkildarê okyanûsan û qeşayan de raporeke ku li alarmê dide weşand.    Panêla Guherîna Avûhewayê ya Navhikûmetî ya bi ser Neteweyên Yekbûyî (IPCC) ve di têkildarê okyanûsan û qeşayan de raporeke ku li alarmê dide weşand. Rapor îro hat weşandin. Pisporên NY'yê diyar kirin okyanûsên ku mexdûrên germbûna global in û qadên qeşayî yên ku bi  lez û bez dihelin gefê li ser tevahiya mirovahiyê dixwin.    Rapor diyar dike ji bo ziyana li ser mirovahiyê were kêmkriin divê emilsyonên CO2'yê werin kêmkirin. Di raporê de tê gotin li cîhana ku germahiya hewayê +2°C jî be wê bager û bahoz xurtir bin, li peravan wê ziyan zêdetir bin. Tîrbûna bagerên tropîkal û bagerên bi kategoriya 4 û 5'an wê zêdetir bin. Bilindiya deryayan sedsala 21'ê li gorî ya 20'an 2,5 caran lê wê zêde bûne, bi biçûkbûna qubeyên qeşayan derya wê rabin.   Hat gotin çi cure senaryo werin danîn jî, bilindbûna deryayan wê heta 2100'î bidomin. Hate diyarkirin li cîhana ku germahiya hewayê  +2°C rîtma bilindbûnê 2300'î wê piştî bilindbûna metroyekê raweste. Heke emisyonên gaza serayê bi leza niha bidome derya wê metroyan wê rabin.   Li gorî raporê bi giştî heta nîveka sedsalê wê nêzî milyarek mirov wê li qadên peravên hinekî bilind bijîn.