Çemê Zerganê tê paqijkirin 2019-09-24 12:13:14   MÊRDÎN - Muduriyeta Paqijiyê ya Şaredariya Qoserê dest bi paqijiya Çemê Zerganê kir.    Muduriyeta Paqijiyê ya Şaredariya Qoserê dest bi paqijkirina Çemê Zerganê ku di nava Taxa Cuhuriyetê ya Qoser a Mêrdînê re derbas dibe kir. Muduriyet ji bo ku bîhna ji çemê bermahî û ava qirêj lê tê valakirin belav dibe bi dawî bike li çem dest bi paqijiyê kir.   Hevşaradara Qoserê Nilufer Elîkyilmaz û alîgra hevşaredar Dîlber Sultan ji rayedarên yekîneya ku çem paqij dike agahî girtin. Nîlufer diyar kir  ku ji bo şêniyên taxê neyên mexdûrkirin divê paqijî demek berî demekê bê kirin.    Hat ragihandin ku wê paqijiya Çemê Zrganê li tevahiya taxa Cumhuriyetê ku çem tê re derbas dibe bê kirin.