Li Mahsertê şewata daristanan berdewam e 2019-09-24 11:50:19   MÊRDÎN - Li Herêma Omeryanê bi operasyonên ku di 7'ê Îlonê de destpêkirin re şewata li herêma daristanê berdewam dike.    Li herêma Mahsertê û Nisêbînê li herêma Omeryanê piştî operasyinên ku di 7'ê Îlonê de hatin destpêkirin şewata li daristana ya derket berdewam e. Ji ber şewata ku berdewam dike hat diyarkirin ku li hin herêmên din jî şewat derketiye.   Dîsa li heman herêmê şewata ku derket hat diyarkirin ku di demeke kurt de li qadeke berfireh belavbûye û tu kesî mudaxele nekiriye.