‘Divê li dijî krîza avhewayê çalakiyên girseyî zêde bibin’ 2019-09-24 09:15:11   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Xwendekar û parêzvanên mafê jiyanê yên ji Tirkiyeyê tevlî Greva Avhewayê ya Global bûn ji bo pêşerojê banga tevgerê kirin. Çalakgeran diyar kirin ku tiştên bên kirin diyarin lê kes tiştekî nake, ji ber nayê hesabê wan û bikarhêneriyê kêm dike ji ber vê jî kara wan kêm dibe.”   Xwendekara lîseyê ya Swîsreyî Greta Thunberg, ji bo li dijî krîza avhewayê plana çalakiya lezgîn derkeve, tevgera Fridays For Future ( Ji bo avhewayê în) da destpêkirin û li Tirkiyeyê jî her diçe zêde dibe tevger. Tirkiye jî nav de 139 welat tevlî Greva Avhewaya Global ya di 20’ê îlonê de hat destpêkirin û hefteyekê wê bidome, bûn. Xwendekar û parêzvanên jiyanê yên tevlî grevê bûn diyar kirin ku krîza avhewayê pisgirêka pergalê ye û divê çalakiyên girseyî zêde bibin.   ‘Wê çalakî bidomin’   Xwendekara lîseyê Denîz Kara diyar kir ku ji şoreşa endustriya cîhanê şûnde germahî dereceyek û nîv zêde bûye ev heta 2030’î wê bigihêje 2 dereceyê û got: “Ev jî wê rê li ber mirinan vebike. Wê resîfên mercan tune bibin. Em ê çalakiyên girseyî bidomînin. Heta ku hemû xetere derbas bibe em ê berdewam bikin. Dê û bav, em bawerin ku hun dest ji mafên perwerda zarokên xwe bernadin. Em xwendekar vê nekin, girîngiya dibistan û xwendina me namîne.”   'Divê em bi hev re tevbigerin'   Ji akîvîstên ji bo avhewayê În Maya Kiliç jî dest nîşan kir ku yek ji pisgirêkên herî girîng emîsyona karbonê ye û got bermahiyên dewaran, plastîk û bikaranîna petrolê dibe sedema hilberîna gaza serayê û wiha pê de çû: “Di raporê de tişta bê kirin zelal e. Tê xwestin ku welatên emîsyona karbonê lê pêş ketiye ji sedî 15 kêm bikin. Lê nayê hesabê wan. Bikarhêneriyê kêm dike û ev jî kara wan kêm dike. Krîza avhewayê ya global pisgirêka pergalê ye. Ji bo em li dijî vê krîzê bi ser kevin divê em bi hev re tevbigerin. Neçûyîna dibistanan piştgiriyê dide vê. Lê grev heta nokteyekê. Divê sendîka û saziyên din yên civaka sivîl jî piştgiriyê bidin.”   ‘Divê em li dijî vê derkevin’   Ji Foruma Jinan a Foçayê Hamiyet Akkaya jî bi lêv kir ku Tirkiye li dijî krîza avhewayê tu hewldanê nade û bi razemeniyên ji bo maden û sektora enerjiyê tên kirin jî zirarek mezin didin xwezayê û wiha berdewam kir: “Pirsgirêkên me yên naqedin hene. Çiyayên Kaz, Heskîf... Li her derê kanên madenê û JES tên çêkirin. Divê em hemû welat li dijî vê derkevin.”   'Divê malbat zêdetir tevlî çalakiyên ciwanan bin'   Parêzvana mafê jiyanê Goknur Yumuşak jî ev tişt anî ziman: “Divê malbat zêdetir tevlî çalakiyên ciwanan bibin. Ji bo polîtîkayên ku zirarê nadin zindiyan, divê zext li dewletê bê kirin. Divê bikaranîna enerjiyê bê kêmkirin, çavkaniyên enerjiya xwezayî bi usulê bê kirin, jehrên çandiniyê neyên bikranîn. Tişta parêzvanên mafê jiyanê bikin jî rêxistinbûne.”