‘Gera Bisîkletan a Jinên Xemlandî’ dest pê dike 2019-09-21 09:10:04   Melike Aydin   ÎZMÎR - Li dijî nêrîna ku bisîklet alavek mêra ye, ‘Gera Bîsîkletê ya Jinên Xemlandî’ dest pê dike. Mîmara gerê Sema Gur, ji bo zêdetir çêkirina riyên bîsîkletê bang li şaredariyan kir û got: “Jin xwedî hêzek bi bandor e. Jin li bîsîkletê siwar bibin wê her kes siwar bibe.”   Gera Bîsîkletê ya Jinên Xemlandî dest pê dike. Li Tirkiyeyê yekem car di 2013’an de bi wesîleya Roja Bajarên Bêwesayît a Cîhanê li Îzmîrê Gera Bîsîkletê ya Jinên Xemlandî bi bernameyeke çapemeniya civakî dest pê kir. Îsal li Tirkiye û cîhanê, li dehan bajarî wê bi awayekî hevdem di 22’ê îlonê de jin bîsîkletan biajon.   Li Îzmîrê jin wê saet di 16.00’an de li Kuleya Saetê ya Konakê bên cem hev û daxuyaniyekê bidin. Piştre ji riya Talapaşa a Qada Cumhuriyetê, li guzergaha Fabrîkaya Gazahewayî ya Alsancakê bîsîkletan biajon. Kolanên mezin wê seranserê tûrê, ji trafîkê re bên girtin.   ‘Li dijî nêzîkatiya netewperest, yekparêz û zîhniyeta mêr’   Ger li Îzmîrê ji aliyê Sema Gur, Pinar Pînzutî û jinên dildar ve pêk tê. Sema ji bo jinan li bajar teşwîqê bikaranîna bisîkletê bike, li ser çapemeniya civakî vê bernameyê dide destpêkirin. Sema navê wê jî ‘Jinên xemlandî’ datîne. Sema wiha dibêje: “Li dijî zîhniyeta netewperest, yekparêz û zîhniyeta mêr a serdest, em bi dirûşma ‘bi înat ez ê xemlandî bim’ ketin vê rê. Gelo ez çima bi unîforma di riya 3 kîlmoet re biçim. Ez naxwazim bi forma û cil û bergên her tim bajom. Bîsîklet ne tiştek wisa ye. Çima em bi dîtbariyek profesyonel li bîsîkletê siwar bibin. Ez bi cilên xwe yên rojane lê siwar bûm.”   ‘Bîsîklet azadî ye’   Semayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di tûra 18 kîlometreyî de nêzîkatiyeke ‘tu dikarî bê were’ hat nîşandan û em cuda hatin dîtin. Jinên çûn jî jê re gotin ‘jinên wek mêr’. Min jî got ez ne wek mêr, ez wek jin, dilê min çawa bixwaze wisa me. Hinek jinan digotin ‘tu ji wan mêrên bi kask natirsî? Min fêm kir ku jin bi fikar in. Nêrînek wek ‘tu taytê petlî li xwe bikî tu xurtî’ hebû. Ji bo min jî gotin ‘bîsîkletvana ava şîrîn’. Lê ji bo min bîsîklet îfadeya azadiyê ye.”   ‘Divê zêdetir riyên bîsîkletê hebin’   Semayê wiha berdewam kir: “Me xwest ku em bidin hîskirin ku dema jin tên cem hev hêza wan bê dîtin. Ligel gerên bîsîkletê yên serdestiya mêr em bêjin ku ‘jin jî hene’. Ez bang li rêveberiyên herêmî jî dikim. Divê bîsîket li bajaran wek wesayîta veguhestinê bê bikaranîn. Bi vî awayî wê trafîk jî rehet be. Divê hîn bêtir riyên bîsîkletê bên çêkirin. Jin xwedî hêzek bi bandor in. Ger jin siwar bibin wê yên din jî siwar bibin.”