40 roj in çalakiya 'Nobeta Av û Wijdanê' didome 2019-09-03 14:25:50   ÇANAKKALE - "Nobeta Av û Wijdanê" ya ji bo Çiyayên Kazê hatî destpêkirin ket roja xwe ya 40'an.    Li dijî texrîpkirina xwezayê di 26'ê tîrmehê de "Nobeta Av û Wijdanê" dest pê kir û çalakî di roja 40'an de berdewam dike. Bi dehan welatiyên li bajar û navendên cuda dijîn, çalakiya îro ziyaret kirin.   Li Çiyayên Kazê şîrketa Kanadayî Alamos Gold, ji bo xebatên lêgerîna zêran bi hezaran dar jêkirin û rastî bertekan hat û li vir dest bi çalakiya parastiya xwezayê hat destpêkirin. Çalakvan der barê bernameya xwe de agahî dan welatiyên ku hatin ziyareta çalakiyê. Her wiha hat diyar kirin ku dê li dijî texrîpkirina xwezayê de panel bê lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin.