Bi Bendava Ilısûyê dê 85 gund di bin avê de bimînin 2019-09-03 14:11:15   ÊLIH - Kordînasyona Heskîfê têkildarî Bendava Ilisûyê ku raporek ji 54 rûpelan pêk tê û bendavê rexne dike amade kir. Di raporê de hat gotin tu alternatîfa Dîcle û Heskîfê nîne û banga têkoşîna ji bo Heskîfê hat dubarekirin.    Di têkildarê bandora Bendava Ilısûyê de Kordînasyona Heskîfê raporek amade kir. Li gorî rapara ku ji 54 rûpelan pêk tê dê 85 gundên ku girêdayî navçeya Heskîfê dê di bin avê de bimîne. Ev tişt jî dê bibe sedema 100 hezar mirov ji cih û warê xwe koçber bibin.    Pêşiya ava Bendava Ilisû ya li ser Çemê Dîcleyê ku nêzî navçeya Kerboranê ye hat girtin. Her wiha tê gotin ku wê ava bendavê Çemê Dîcleyê û Heskîfa dîrokî tune bike. Di raporê  hat diyar kirin ku bi Bendava Ilisû dê gelek cihêh dîrokî û xwezayî di bin avê de bimînin û dê xesarê bimînin. Di raporê de hat diyarkirin dema pengardayîna ava bendavê temam bibe dê 136 kîlo mitro bibe gol û bi qolên Dîcleyê re dê 400 kîlo metre cihê bi av di bin ava bendavê de bimîne.    Her wiha di raporê de hat gotin ku lêçûyîna bendavê nayê zanîn. Di raporê de hat destnîşankirin ku wê li herêmê bêkarî jî dest pê bike û bibe sedema pirsgirêkên aborî yên welatiyan. Di raporê de hat diyarkirin ku alternatîfa Dîcleyê û Heskîfê nîne, bi wêrankirina dîroka 12 hezar salî ya Heskîfê re dê 100 hezar mirov neçar bimînin ji warê xwe koç bikin.    Dîsa di raporê de qala têkiliya di navbera welatan hat kirin û hat gotin ku dema av bê birîn dê di navbera cîranên Tirkiyeyê de pirsgirêkên têkiliyê derkevin holê.