Welatiyên li Îzmîrê li dijî santralên termikê serî li AYM'ê dan 2019-08-14 13:16:03   ÎZMÎR - Tesîsên petrokimya, fabrîqeyên hesin û çelîk û tesîsa keştî û santralên termîkê yên li Alîaga tên avakirin û hewayê qirêj dikin. Komeleya EGEÇEP û 43 welatiyan li dijî qirêjkirina tesîsan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan.    Li Navçeya Alîaga ya Îzmîrê li Pîşesaziya Hesin û Çelîk û Santrala Termîkê ya Enerjiya Îzmîrê, ji ber tesîzên tên avakirin hewa qirêj dikin. Platforma Çand û Derdorê ya Egeyê (EGEÇEP) bi dehan caran ji bo rawestandina fabrîqe û tesîsan serî li dadgehê da lê encam bi dest nexist.   EGEÇEP'ê û 43 welatiyan vê carê li dijî avakirina fabrîqe û tesîsên ku hewayê qirêj dikin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan. Nûnerên EGEÇEP'ê Alime Mitap Husnu Dilli, bi awayekî nivîskî daxuyanî parve kirin û diyar kir ku EGEÇEP û 43 welatiyan bi rêya parêzer Arif Ali Cangî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dane.