'Em ê xwedî li xwezaya xwe derkevin' 2019-08-01 15:58:45   STENBOL - Koordînasyona Heskefê bang li hunermend, rewşenbir, parazvanên xweza û jiyanê, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan kir    û got: “Bi bendava Ilisû û projeya HES'ê xweza wêran dibe û tê talankirin. Divê em xwedî li xwezaya xwe derkevin."   Koordînasyona Heskifê ya Êlihê, têkildarî geşedanên li Heskefê û Geliyê Dicleyê pêş dikeve daxuyaniyeke nivîskî da. Koordînasyonê diyar kir ku    bi vê projeyê bi mîlyonan zindî ji holê radibin û wiha hat gotin: "Di 20 û 22'yê tîrmehê de bêyî daxuyanî bidin deriyên bendavê girtin. Bi vê yekê    golên bendavê her roj mezin dibin. Dema dîmenên 19, 24 û 29'ê tîrmehê yên hewa tên temaşekirin. Daxuyaniyên fermî derew derdixe û nîşan dide    ku her der di bin avê de dimîne. 300 gir di bin avê de dimînin."   Di daxuyaniyê de bang li hunermend, rewşenbir, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên ciwan û jinan hat kirin ku xwedî li xwezayê derkevin.