Li Hindîstanê hejmara pilingan zêde bûye 2019-08-01 10:06:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Di sala 2014'an de hejmara pilingên li nava xwezayê 2 hezar 226 bû, lê di sala 2018'an de ev hejmar gihîştiye 2 hezar 967 pilingan û hejmara pilingan zêde bûye.    Li tevahiya dinyayê welatê ku hejmara herî zêde ya pilingan lê ye Hindistan e. Raporek der barê jimartina dawî hat weşandin. Di rapora bi navê "Rapora Texmînan a Pilingên Hindistanê ya sala 2018'an" de hat ragihandin ku li gorî sala 2014'an rêjeya pilingan zêde bûne.   Li gorî raporê di sala 2014'an de hejmara pilingên li nava xwezayê 2 hezar 226 bû, lê di sala 2018'an de ev hejmar gihîştiye 2 hezar 967 pilingan. Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi der barê raporê de diyar kir ku soza xwe ya ji bo parastina pilingan ji nû ve dubare kirin.