‘Jin dikarin ji bo pirsgirêkan rêya çareseriyê bibînin' 2019-08-01 09:15:24   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Burcu Ozaydin, diyar kir ku afirandina qada jiyanê ya wekheviya zayendî û ekolojîk zehmete lê ne bêderfete û got têkoşîna jinan dikare der barê polîtîkayên çandinî û xurekê de çareseriyan pêk bîne.   Burcu Ozaydin demekê li Stenbolê parêzeriyê dike û piştre li herêma Kaz li Havran Burhaniye û piştre jî li Bayramîçî jiyana xwe didomîne. Di 2013’an de piştî berxwedana Geziyê hewl dide li cihekî din jiyana xwe bidomîne. Burcu diyar dike ku hejmara jinên koçî gundan dikin zêde bûye û di navbera jinan de qezenc jî zêde bûne. Burcuyê bi lêv kir divê wekheviya zayendî ji aliyê jinên ku bi têkoşîna jinan bawerin ve derkeve holê.   ‘Kargeriya lêgerîna zêran jehrê belav dike’   Burcuyê destnîşan kir ku pisgirêkên jinên koçberê gundan dikin jî bi yên bajaran re heman in lê jinên wir tecrubeyên xweş dijîn û wiha got: “Daxwaza avakirina jiyaneke ekolojîk, li pêş êrîşên li hember qadên jiyanê di be bend. Li Çiyayê Kaz, piştî ruhsata lêgerîna zêran şûnde dest bi birîna daran hatiye kirin û kargeriya lêgerîna zêrê bi siyanurê jehrê belav dike. Çiyayên Kaz yên me hemûyane. Em li bendê piştgiriyê ne.”   Burcu, diyar kir ku jin li gundan jî di mijara karbeşiyê de pisgirêkan dijîn û got pirsgirêkên li gundan tên jiyîn bi pisgirêkên afirandina aboriyeke nû û adaptasyonê re dibin yek. Burcu, ev tişt daxuyand: “Di encama polîtîkayên çandinî û çanda populer de nifşê nû yên gundan dixwazin koçî bajaran dikin. Gundî mahkumê çandiniya endustriyel tê kirin û hilberînerên biçûk jî di lêgerînê de ne. Gundiyên ku nizanin çawa ji jehra çandinî xilas bibin, dixwazin ji bin serdestiya bazirganiyan xilas bibin. Koperatîf dikarin bibin nokteya çareseriyê. Divê li dijî êrîşên sermayê gundî tenê neyên hiştin.”   ‘Jin dikarin çareseriyê pêk bînin’   Burcuyê diyar kir ku divê hejmara koperatîfên hilberînê zêde bibin û balkişand ser koperatîfên jinan û got: “Têkiliyên di navbera jinên koçî gundan kirine û jinên li gund divê bên pêşxistin û bi koperatîf bên avakirin. Jinên têkoşîna jinan didin, xebatên wan yên bi bandor yên di polîtîkayên çandinî û xurekê de gelek bi nirx e. Gundî dixwazin çandiniya bê jehr bikin. Jinên xwedî zanînên cotkariya kevneşopî ne. Divê têkoşîna jinan, jinên li bejahiyan zêdetir bigirin rojeva xwe.”