‘Dixwazin Kurdistanê bi şewitînin û bê mirov bihêlin’ 2019-07-31 09:25:04   MÊRDÎN - Parlmanetera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar da zanîn ku şewata li Çiyayê Bagokê ya herî dawî hatiye jiyîn, li her derê Kurdistanê tê jiyîn û bi van polîtîkayan dixwazin herêmê bê bişewitînin, mirov bihêlin û wiha got: “Di navbera xwezayê de jî newekheviyê dikin. Divê sedem û zirarên van şewatan bê tespîtkirin.”   Bi hatina havînê re li herêmê û Tirkiyeyê li gelek qadan şewata daristanan hat jiyîn. Di encamê de bi hezaran hektar qad tune bûn û sedema şewatan a herî mezin jî operasyonên leşkerî bûn. Du roj berê li Çiyayê Bagokê yê li Mêrdînê bi hezaran hektar qad tune bû. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar şewata hat jiyîn li  cih şopand û da zanîn ku şewet ji ber îhmalkariya dewletê derketên, divê zirara pêk hatiye bê tespîtkirin.   ‘Dixwazin Kurdistanê bê dar û mirov bihêlin’   Pero bi lêv kir ku polîtîka her sal li Kurdistanê pêk tê îsal li her bajarî xwe daye nîşandan û wiha got: “Ev demek dirêje li herêma Kurdistanê ev şewat pêk tên. Li Mêrdînê jî her tim dihat jiyîn. Sedema vê jî pevçûnên tên jiyîn in û sedema hemû şewatan heman e. Dixwazin Kurdistanê bê dar û mirov bihêlin."   ‘Gundî ji bo tedbîr bên girtin çûne TEDAŞ’ê’   Pero her wiha destnîşan kir ku yek ji sedema din a derketina şewatan rivînên ji trafoyê dertê ne û wiha bi lêv kir: “Gundî berê bi dehan carî çûne TEDAŞ’ê û xwestine dora trafoyan bi dîwaran bê girtin û tedbîr bên girtin. Tevî hişyariyan tedbîrek nehatiye girtin. Şewata dawî jî du roj berê li Bagokê hat jiyîn. Beriya wê jî li Keşîşxaneyên li baxçeyê zeytûnan şewat derket. Sedema şewatan yek  jê îhmalkariya dewletê ye ya din jî nayê zanîn. Mînak nayê zanîn ji pevçûnan çêbûye an jî ji tiştekî din. Gundiyan gotin di salên borî de jî her tim şewat li van deran derketiye. Li gundên şewat pêk hatine ceyran tune. Di dema qeyûman de rê nîvco hatine hiştin, ji ber vê jî agirkujê jî bi zor xebat meşandine.”   ‘Di navbera xwezayê de jî newekheviyê dikin’   Pero di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li herêmê pergala ekolojîk serobino bûye. Divê zirar bê tespîtkirin. Ger şewat nehatiba temirandin wê gelek xaniyê gundiyan bişewitiya. Li cihên din ger ku şewat derkeve demildest mudaxale dikin. Lê li Kurdistanê şewat derkeve bi saetan mudaxale nakin. Newekhevyê dikin navbera xwezayê jî. Piştî şewatê gundên Suryanî zirarek mezin dîtin. Sedema vê çibe jî dikare pêşî lê bihata girtin. Divê TEDAŞ û cihên têkildar tedbîrê bigirin.”