Semra Kabasakal: Çernobîl û Fukuşîma li ber derî ne 2019-07-29 09:14:04   Gulîstan Azak   MERSÎN - Cîgira Seroka Komeleya Xwezayê ya Derdorê û parêzer Semra Kabasakal diyar kir ku Santrala Nukleerê ya Akkuyu li ser xeta fayê ye û derizîna çêbûye jî xetereyek mezin diafirîne û karasetên Çernobîl û Fukuşîmayê bibîr xist û got: “Jiyan di bin xeteryek mezin de ye.”   Santrala Hêza Nukleerê ya Akkuyu (NGS) ya li bajaroka Buyukecelî ya girêdayê Gulnar a Mersînê tê çêkirin, hat hînbûn ku li ser hîmê wê yê hatiye runiştandin derizîn çêbûye û Saziya Enerjiya Atomê ya Tirkiyeyê (TAEK) mudaxale nekiriye. Hat diyarkirin ku TAEK li cihê derizîn çêbûye tamîrat kiriye lê dîsa deriziye. Di daxuyaniya Akkuyu Nukleerê ya A.Ş kiriye de, hat îdakirin ku santral li gorî pîvanên neteweyî û navneteweyî ye.   Cîgira Seroka Komeleya Xwezayê ya Derdorê û parêzer Semra Kabasakal diyar kir ku santrala Akkuyu wê rê li ber Çernobîl û Fukuşîmayek nû vebike û hişyarî kir.   ‘Tevî daneyên saxlem em dozan winda dikin’   Semrayê bi lêv kir ku fîrmaya Santrala Hêza Nukleerê ya Akkuyu bi gumane û wiha got: “Berê li Rusya, Hîndîstan û Îranê ji aliyê heman fîrmayan ve xebatên neyînî hatin kirin û bi taybet li Îranê rê li ber bertekên mezin vekir. Santral ne tenê ji bo welat ji bo hemû cîhanê tehdîd e. Em ê der barê mijarê de têkoşîna xwe bidomînin. Santralên nuklerê ne erzan, bê bawer û biha ne. Beriya karaseta Fukuşîmayê dihat gotin ku ev santral di mîlyonê carekê de qezayê dikin. Lê karaseta Fukuşîmayê ev îstatîstîk vala derxistin. Di vê pêvajoyê de me dest bi têkoşînan kir û doz vekirin. Lê tevî daneyên saxlem em dozan winda dikin.”   ‘Fikara ku wê bibe barageha Rûsan heye’   Semrayê fikarên xwe yên ku ji merciyên rayedar re ragîhandine wiha vegot: “Yek ji sedema herî girîng ya nexwestina me ya van santralan tunebûna beregehan e. Ji ber av wê du dereceyan germ bibe. Ji ber xebatên stantralê wê mîlyarek lavrayên behrê tune bibin. Radyasyona wê jî xetereyek cidî diafirîne. Fikarên me yên cidî hene ku ev qad bibe barageha Rûsyayê. Ji ber vê jî em dikarin bêjin ku em Santralên Akkuyu naxazin.”   Semrayê destnîşan kir ku xeta fayê ya Ecemîş a Bakurê Anatolyeyê 30 kîlometre li rojava cih digire û got gelê Mersînê vê xetereyê dizanin û ji ber vê jî Santrala Nukleerê naxwazin. Semra diyar kir ku Santrala Nukleerê ya Akkuyu li ser xeta fayê ye û derizîna çêbûye jî xetereyek mezin diafirîne û karasetên Çernobîl û Fukuşîmayê bibîr xist û got: “Jiyan di bin xeteryek mezin de ye.”