Nuran Îmîr: Ev santral komkujiyê pêk tînin 2019-07-23 09:08:37   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Santrala Termîkê ya Silopiyayê ya Koma Cîner a bi nêzîkatiya xwe ya hikûmetê tê zanîn dibe sedema mirina mirovan û tunekirina xwezayê, Parlamantera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Şirnexê Nuran Îmîr li ser xeteriya vê santralê nirxandinan kir. Nuran, anî ziman ku ev santralên ku hatiye çêkirin komkujiyê pêk tîne û ev tişt got: “Mirov dikare bibêje ku li ser jiyana gelê me xwe dewlemend dikin. Lê em ê rê nedin vê daxwaza wan. Ji jiyana gelê xwe û xweza welatê xwe berpirsiyar in.”   Santrala Termîkê ya Silopiyayê ku aîdê Koma Cîner a bi nêzîkatiya xwe ya hikûmetê tê zanîn e, li navçeya Silopî ya Şirnexê dibe sedema komkujiya xwezayê û jiyana mirovan tehdît dike. Santral di navbera bajarokên Gîte û Bêspinê de hatiye çêkirin. Santral, di sala 2004'an de lîsansa hilberînê girtiye û di sala 2009'an de jî ketiye meriyetê. Di sala 2015'an de jî unîteya vê santralê ya sisêyan hatiye çêkirin.  Her wiha hat zanîn ku dê 3 santralên nû jî li herêmê bên çêkirin. Parlamantera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Şirnexê Nuran Îmîr, derbarê santralên ku dibin sedema mirina mirovan û qirkirina xwezayê de nirxandinan kir.     ‘Tirkiyê peyman îmze nekir’   Nuran, anî ziman ku li gor lêkolînên kirine li bajarên Tirkiye û Kurdistanê bi tevahî 56 santralên termîkê hene û wiha got: “Qaşo dixwazin ku hilberîna ceryanê zêde bikin. Lê xwezaya welat di bin xeteriyek mezin de ye. Her wiha ji van 56 santralan yek jî li navçeya Silopiya Şirnexê ye. Kesê ku bi nêzîkatiya xwe ya hikûmetê tê zanîn di navbera bajarokên Gîte û Bispênê û Botaşê de santral çêkiine. Yêkitiya Ewropayê di sala 2013’an de ji bo ev santralên termîkê neyên çêkirin peymaneke dîrokî îmze kiribû ji bo pêşiya santralên termîkê bigire. Lê Tirkiye ew peyman îmze nekir. Santralên termikê li Silopiyayê di 2004’an de hatin avakirin û di sala 2009’an de jî ketin meriyetê.”      ‘Ji bo santralan peymana nêzî 30 salan hatiye îmze kirin’   Nuran, di berdewamiya axaftina xwe de got ku santralên ketine meriyete li ser beden, mirov û zindiyan xeteriyê ava dikin û ev tişt got: “Di sala 2015’an de jî xwediyê santralê şîrketên xwe mezin kirine. Piştî ku santralên li Silopiyê hatine avakirin bi sedan welatiyên me jiyana xwe ji destdan. Her wiha bi hezaran kes jî ji ber santralan  astengdar bûne. Jinên ku ducanî ne  yan zaroka wan di zikê wan de dimire an jî astengdar tê dinê. Ev santralên Silopiyê bandorek gelek mezin li ser Silopiyayê kiriye. Her wiha gundên ku nêzî ev santralên termîkêne nexweşî li wir du qatan zêdetir bûne. Van santral nexweşiyên wekî pençeşêr, astim û nexweşiya dil girtinê zêde kir. Li gor lêkolînan gelek kesan ji ber vê santralê jiyana xwe ji dest dane yan bi nexweşiyapenceşêrê ketine û yan an jî qirîza dil derbas kirine.  Bi van santralan dixwazin  gel, civak, xweza û welatê me tune bikin.”   ‘Li ser jiyana gelê me xwe dewlemend dikin’   Nuran, di dirêjiya axaftina xwe de got ku xwezaya Şirnex û navçeyên wê di salên nodî de ji aliyê dewletê ve hatiye şewitandin, îro jî ji ber santralê xwezaya wan tê tune kirin û wiha pêl da axaftina xwe: “Serê 40 salane xwezaya me tê tune kirin. Ev şîrket û alîgirên wan ji bo xwe dewlemend bikin jiyan û xwezaya me dikin bin tehlûkeyê. Mirov dikare bibêje ku li ser jiyana gelê me xwe dewlemend dikin. Em dixwazin ku hemû gelê  ji bo ev santral neyên çêkirin û çêkirina wan bêsekinandin  deng derbixe û rabe  li ser piyan. Rêvebiriya desthilatdar a dirû bila destê xwe ji ax, welat û bedena me bikişîne. Kesên ku alîgirên ekolojîk, xwezayî û tendûristiyêne bila li hemberê santralên ku li welatê me tê çêkirin bisekinin.  Di bin navê ewlehiyê de her roj daristanên me tên şewitandin. Kesên ku alîgirên xwezayêne bila dengê xwe bilind bikin û bertek nîşanê vî rewşê bikin.”   ‘Santral tê wateya tunekirina mirovahiyê’   Nuran, di domandina axaftina xwe de wiha tîne ziman: “Ji bo lêpirsîn û lêkolînên li ser santralan bên kirin me ji Wezîrê Enerjiyê re pirsname da. Lê heta niha tu bersiv nedane pirsên me.  Bêbersiviya wan jî ji ber berjewendiyên wan e. Santralên ku îro li Silopiyê hatine çêkirin nêzî 100 kes ji bo aboriya xwe li wan dixebite. Lê ji aliyekî din ve jî jiyana hezaran kesan jî di xeterê de ye. Ev santral komkujiyê pêk tîne. Em nikarin pêşeroja xwe bikin qurbana çend kesên ku dixwazin xwe dewlemend bikin. Em ê rê nedin vî tiştî. Em ê li hember mirov,  civak, xweza, zarokan û welatê xwe berpirsyariyê bigirin. Ji bo xweza û ekosîstema me aram bibe em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Me wek parlamenteren HDP’ê di meclîsê de jî ev mijar  gelek caran anî ziman. Divê em û gel mil bidin hevd û bertek nîşanî çêkirina van santralan bidin. Em ji kesênku vê nexweşî û komkujyê bi rêya santrale li ser gelê me ferz dike re dibêjin; destên xwe ji xweza, zarok, beden, jiyan û welatê me bikişînin.  Her wiha li gor agahiyên ku ketine destên me jî kesên ku nêzîkatiya wan bi AKP’ê re heye dixwazin li 3 cihên dinê jî santralên nû ava bikin. Santral tê wateya tunekirina mirovahiyê.”   ‘Ev santral bi zanebûn li ser axa me tên ava kirin’   Nuran, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelan kir ku li hember van santralan şiyar bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo hişmendî bê avakirin em ê derbarê van santralan de panelan, sempozyuman û çalakiyan li dar bixin. Em ê santralên ku dixebitin bidin sekinandin û em ê nehêlin ku santralên nû jî bên çêkirin. Em ê xwedî li daristan, ajal, mirovahî û welatê xwe derbikevin. Mesela li welatên pêşketî santralên hewayî hene, ger ku pêwistiyek wer heye dikarin van b ikar bînin. Li Tirkiyeyê 271 santralên hewayî yên enerjiyê ava kirine û her wiha kotayek jî dane pêşiya xwe. Bi vî rengî jî hemû bajarên Kurdistanê ji santralên hewayî yên enerjiyê bêpar hîştine. Li şûna wan santralên termîkê ava dikin û dibin sedema mirina jin , zarok û mêran, ger ku dixwazin li vir têra xwe enerjiya tavê heye û dikarin sîstemên hewayî ava bikin. Em  destûrê nadin ku ev santral bên avakirin ji ber ku bi zanebûn li ser axa me tên çêkirin.”