Li Bestayê daristan hatin şewitandin 2019-07-22 14:09:16   ŞIRNEX - Hin qadên herêma Besta ya Şirnexê şewatê rû da û li gorî çavkaniyên herêmî piştî operasyonên leşkerî şewat rû daye.      Li daristanên herêma Besta ya navenda Şirnexê şewatê rû da. Di şewata ku belavî qadek mezin bû de, gelek dar bûn xelî. Li gorî çavkaniyên herêmî, piştî operasyona leşkerî şewatê rû daye û bi tu awayî mudaxileyê şewatê nayê kirin.