Li Portekîzê şewat : 30 kes birîndar bû 2019-07-22 12:53:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Şewata ku li herêma navîn a Portekîzê rû da ji ber bayê dijwar û ziwatiyê nayê vemirandin. Heta niha 30 kes birîndar bû.   Şewata ku li herêma navîn a Portekîzê rû da didome. Tevî ku hezar 700 wezîfedarên arkujiyê bi rojane hewl didin şewatê vemirînin, li herêma ku germahî gihîştiye 35 pileyî ji ber bayê dijwar li hin deveran vemirandina şewatê nepêkan e.   Ji ber ku berê ba timî diguhere şewat jî li derdorê belav dibe. Şewat ji ber dijwariya ba bêhtir mezin bûye û ji ber agir gelek avahî şewitîne. Gundiyên ku şewat gihîştiye gundên wan hewl didin bi şîtil û xortûmên avê şewatê vemirînin. Derdora 20 balafir û helîkopterên arkujiyê û 500 wesayitên vemirandina şewatê tevlî hewldanên ji bo vemirandina şewatê bûne. Her wiha hezar 700 arkuj jî dixebitin.    Ji ber şewatê heta niha 30 kes birîndar bû û rewşa yekî ji giran e.