Nurcan Ordek: Gel û ekosîstem di bin tehdîdek cidî de ne 2019-07-22 09:09:22   HATAY - Endama Însiyatîfa Gel a Defne Nurcan Ordek bertek nîşanî Santrala Enerjiya Biyokutle û projeya navenda depokirina gelaşê ya li ser Hewzaya Avê ya Asî tê xwestin bê avakirin da û got ev proje li dijî gel û ekosîstemê tehdîdek cidî ava dike.”   Hewzeya Avê ya Asî li taxa harbiye a navçeya Defne ya Hatayê ye û yek ji 25 hewzayên avê ya Tirkiyeyê ye. Qada 3 hezar û 50 donîm erdê li Hewzayê, ji bo qada depokirina gelaşê ya A.Ş ya Hilberîna Ceryanê ya Biyoenerjî ya TEMS’ê û Santrala Enerjiya Biyokutleyê hat tehsîskirin.Projeya ku salek berê plan û tespîta wan ya cih hat kirin, lezgîntir bû.  Endamên însiyatîfa gel û ekolojîstan diyar kirin ku wê proje zirarek mezin bide xwezayê û xwestin proje bên rawestandin.   ‘Wê bibe sedema ziwabûna çavkaniya avê’   Ji Însiyatîfa Gel a Defne Nurcan Ordek, da zanîn ku Santrala Enerjiya Biyokutle ji fêdeya gel dur e û projeyek bazirganiyê ye û wiha got: “Proje ji bo jiyana zindiyan tehdîdek mezin e. Santralên Enerjiya Biyokutle di nava çavkaniyên enerjiyê ya tê nûkirin de cih digire, lê qada ku santral lê cih digire û beyî ku encamên wê bê fikirin pêk hatina wê û zirarên wê mirov dike nava fikaran. Ji bo santral bê bikaranîn hewcedarî bi 75 ton bermahî heye. Bermahiyek wisa li Hatayê jî tune ye. Ji ber vê bermahî wê ji Edene, Mersîn, Osmaniyê û Dîlokê bên peydakirin. Ev rewş bi tena serê xwe bi pirsgirêk e. Li Hatayê komkirina bermahiyan pisgirêkek cidî ye. Dîsa tê xwestin ku Santrala Enerjiya Biyokutle li ser hewzeya avê bê avakirin. Ev rewş jî wê rê li ber ziwabûna çavkaniya avê vebike.”   Nurcanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ev proje li dijî gel û ekosîstemê tehdîdek cidî ava dike.