‘Ji bo parastina ajalên li kolanan pêdivî bi hestiyariya gel heye’ 2019-07-20 09:10:11   Zeynep Durgut   QERS - Seroka Komeleya Parastina Ajalan a Can Dostlar a Qersê Bêrîvan Bugun, ji bo hestiyariya ajalên li kolanan bang li şêniyên Qersê kir. Bêrîvan, got ku divê şîdeta li hemberî ajalan wekî sûc bê dîtin.   Li Tirkiyeyê ajalên li kolanan bi êrîşa zayendî û şîdetê re rû bi rû dimînin. Her wiha ji bo cezakirina êrîşkaran heta niha qanûn nehatine pratîzekirin. Seroka Komeleya Parastina Ajalan a Can Dostlarê Bêrîvan Bugan got ku divê civak xwedî li ajalên kolanan derkeve. Bêrîvan der barê mijarê de nêrînên xwe ji ajansa me re par vekir.    Bêrîvan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser armanca avakirina komeleyê û wiha axivî: "Em wekî komele hewl didin ku ajalên li kolanan biparêzin. Em ji bo hêstiyariyeke di nava civakê de ava bibe dixebitin. Niha 15 kuçikên me yên seqet hene û em ji van kuçikan re eleqedar dibin. Dîsa der barê mijarê de bi şaredariyê re hevdîtinan pêk tînin. Ji bo standina dermanên ajalan, em li kolanan şano, konser û sînemeyan organîze dikin."   'Li dijî kêmasiyan xebat hewceye'    Bêrîvanê, da zanîn ku pêdiviya wan bi piştgiriya civakî û saziyan heye û wiha dom kir: "Hem şêniyên Qersê û hem ji saziyên fermî divê ji bo ajalên li kolanan xebatan bikin. Komeleya me ji her xebatekî re amade ne. Em bi bawerîn ku ev pirsgirêke dê çareser bibe. Gelek kes gilî dike û dibêjê 'Em nikarîn ji ber ajalan kolanan bigerin’. Lê ji bo çareseriyê ji tu kes tiştek nake. Em ji bo civateke bitenduristî di nav xebatê de ne. Gelek kêmasiyên me hene û divê xebat bên meşandin. Di stargeha ajalan de kêmasiyên mezin hene û divê kêmasî bên çareserkirin."   'Dixwazin şîdet wekî sûc bê dîtin'   Bêrîvan di axaftina xwe de bal kişand ser şîdeta li hemberî ajalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kesên ku li ser ajalan tundiyê dikin nayên cezakirin. Ji bo parastina ajalan qanûn hene, lê bi tu awayî nakevin pratîke. Daxwaziya me ya sereke ew e ku divê teqez şîdeta li hemberî ajalan wekî sûc bê dîtin.”   'Divê em pirsgirêkan çareser bikin'   Bêrîvanê di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku divê li hemberî ajalên li kolanan bi hestiyar bin û wiha bi dawî kir: "Em bang dikin li hemberî ajalan bi hestiyar bin. Ev pirsgrêk pirsgirêka me hemûya ne. Bi xebatan ev pirsgirêke dê bên çareserkirin. Em li benda piştgiriya şênî û dezgehên Qersê ne.”