Jinên li zozanan beriya roj hilbê şiyar dibin 2019-07-13 09:06:18   AMED - Jinên li zozanên Sîsê ya girêdayê Liceyê, beriya roj hilbê, şiyar dibin, dest bi rojê dikin. Jinan da zanîn ku karê wan çiqas zehmet be jî ew ji zozanan hez dikin û wiha got: “Zarokên me ji betonan xilas dibin û bêhna xwe digirin. Em jî li vir kêfxweşin.”   Bi hatina biharê re li zozanan tevger dest pê dike. Tevî şert û mercên zehmet, jin ji ber jiyaneke bi tendurstî ji zozanan nayên û ji zarok xwedîkirinê heta dotina sewalan, çêkirina xwarinê, şûştina firaqan, cilan û paqijiyê her karî dikin. Li gundê Sîsê ya Licê ya Amedê jinên derketine zozanan sibehê zû dest bi roja xwe dikin.   ‘Ez neyêm li vir ez nikarim bijîm’   Aysel Cînakli ya ji Sûr a Amedê hatiye li vir, diyar dike ku beriya roj hiltê dest bi karên xwe dikin û ev tişt got: “Em sewalan didoşin. Em mast çêdikin. Em dewê xwe çêdikin. Em rûnê xwe jê derdixin. Em to çêdikin. Karê me bi vê jî ne sînore. Pisgirêka me ya herî mezin dûrbûna avê ye.”   Gamze Cînaklî ciwaneke bi malbata xwe re hatiye zozanan e. Gamze diyar dike ku ew sibehê zû radibin û ji ber vê zehmetiyan dikşîne û got ew alîkariyê dide hevjîna birayê xwe Ayselê. Gamze ku dew dikê, wiha got: “Çiqas zehmet be jî em her havîn tên vir.”   Qada azad a zarokan   Zozan ji bo zarokan qadeke îdeal a lîstikê ye. Bi awayekî azad dilîzin, baz didin û hewaya paqij digirin. Piştre sewalên xwe diçêrînin, dikevin avê û soberiyê dikin. Zarok wiha dibêjin: “Em li hespê siwar dibin. Em bi rehetî digerin. Bi şev û roj em digerin. Em li bajaran wisa ne rehetin. Li her derê avahî hene. Em li vir her tiştî bi rehetî dikin. Em her lîstikê jî dilîzin.”   Jinên ku di nava rojê de kardikin û dixebitin, ji bo serê zarokên xwe bişon jî avê germ dikin. Piştre jî ji bo westandina rojê bavêjin, çaya xwe didin ser ocaxê.