Sedema şewata 45 donim eraziyê nayê zanîn 2019-07-07 16:09:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Di nava dû rojan de li herêmên Qeredax û Baziyan ên Silêmaniyê 45 donim poş û pawan şewitî û sedemê şewatê jî hîn nayê zanin.   Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê yê  bajarê Silêmaniyê îro bi daxuyaniyekî eşkere kir ku di nava 2 rojan de 45 donim poş û pawan şewitiye.   Li gorî agahiya berdevkê Ragihandin Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê yê Silêmaniyeyê Hêmin Kemerxanê agir herî zêde li gundê Caferan û çiyayê Sole yê herêma Qeredaxê ketiye û wiha got: "Hêzên polîsên darisan û jingehê demildest çûne cihê bûyerê û bi alikariya welatiyan agirê li navçeya Qeredaxê  kontrol kirin. Her wiha 35 donim poş û pawan, 10 darê xwezayî û baxê welatiya şewitiye. Heya niha jî lêkolîn li ser sedemê agir tê kirin. Her wiha li deverên Teslûce, Elayî û Teynal ên Bazyan şewatek mezin derket. Di encama van şewatan de 10 donim poş û pawanê şewitî. Heta niha sedema van şewatan nayê zanin."