Jinên Kizilcakoylu: Cenderme ne me şîrketê diparêze 2019-07-06 09:12:22   Melîke Aydin   AYDIN - Der barê jinên Kizilcakoylu ku li dijî JES’an hewl didin gund û xwezaya xwe biparêzin, bi hinceta ‘mukavemeta cendermeyan’ lêpirsîn hat destpêkirin. Jinan diyar kirin ku cenderme ne gel, xwediyên şîrketê diparêzin.   Li gundê Kizilcakoy ya girêdayî navçeya Efeler a Aydinê, gundî û cendermeyên ku şîrketa dixwaze JES’ê vebike diparêzin, hatin hemberî hev. 8 jê jin der barê 11 gundî de bi hinceta ‘mukavemetê cendermeyan kirin’ çûn îfade dan. Jinan diyar kirin ku ewil wan der barê cendermeyan de serlêdana sûc kirine û tevî vê ew gazî îfadeyê kirine û got dixwazin wan bitirsînin lê wê berxwedana xwe bidomînin.   ‘Cendermeyan ne gundî, xwediyê şîrketan parastin’   Jina bi navê Leyla Çiyanşen got wan ji baroya Aydinê parêzer xwestine û îfade dane û wiha pê de çû: “Li şûna cenderme me biparêzin JES’î parastin. 200 cendermeyî kesek parast. Vê zora me bir. Ji bo qada jiyana xwe biparêzim min dîrek hembêz kir. Heta çongên min çîmento vala kirin. Serbaz Aydin li min xistin ez ji ser hişê xwe çûm. Piştre em çûn nexweşxaneyê. Heqeret li min kir. Roja din ciwanên me digirin min gazî rojnamegeran kir. Ez hemûyan gilî dikim. Gaza îsotê avêtin min. Di dema îfadeyê de hevalên min ji ser hişên xwe çûn. Tevî me ew gilî kirin wan gazî îfadeyê kir.”   ‘Em natirsin heta dawî berxwe didin’   Fatma Orbay jî destnîşan kir ku di 4’ê Kanûna 2018’an de TOMA ketiye erdê welatiyekî û zirar daye çandiniyê û got: “Me bi leşkeran re nîqaş kir. Xwestin me binçav bikin. Dibêjin me heqeret li cendermeyan kiriye, em li hember karê wan bûne asteng. Weke me tiştekî nebaş kiriye, me îfade da.”   Hatîce Barlas a 77 salî ya hatiye derbkirin got: “Ev tiştên em dikşînin çi ye gelo? Li vir di salekê em sê caran çandiniyê dikin. Gelo mirovên vir wê bi çi debara xwe bikin? Em mafê jiyana xwe diparêzin. Dibe ku sibehê ava em vexwin jî tune be.”