Projeya HES'ê ya wê li Kanîspiyê bihata çêkirin sekinandin 2019-06-28 11:01:03   EKOLOJÎ...   Projeya HES'ê ya wê li Kanîspiyê bihata çêkirin sekinandin    WAN - Projeya HES'ê ku wê li navçeya Şaxê bihata çêkirin hat rawestandin.    Projeya Santrala Hîdroelektirîkê (HES) ya ku wê li herêma Sûlava Kanîspiyê ya girêdayînnavçeya Şaxê ya Wanê  bihata çêkirin hat sekinandin. Ji bo HES'a ku wê bihata çêkirin endamên Komelya Deror û Parastina Bermahiyên Dîrîokî (Van Çev - Der), ekolojîst û welatiyên li welatiyên li herêmê dijîn bertek nîşanî çêkirina HES'ê dabûn û nexwestibûn ku xwezaya herêmê bê wêrankirin.  Beriya proje bê betalkirin Komelya Komelya Deror û Parastina Bermahiyên Dîrokî ya Wanê serî li Muduriyeta Derdor û Bajarvaniyê dabûn, xwestibûn ku xebatên ji bo HES'ê bên rawestandin û derbarê mijarê de nêrîna welatiyan bê girtin.    Parêzerê Komelya Deror û Parastina Bermahiyên Dîrokî ya Wanê Şevket Tucî li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku projeya HES'ê ya wê li Herêma Kanîspiyê bihata çêkirin hatiye rawestandin.