Xwecihiyên Şaxê: Destê xwe ji ava me û xwezaya me bikêşin 2019-06-28 09:11:44   WAN - Li navçeya Şaxê xebatên  projeya HES’ê dest pê kirin. Lê welatiyên herêmê bertek nîşanî HES'ê li herêmê tên çêkirin didin. Welatiyên ku bertek nîşanî çêkirina HES'ê dan gotin ku ew ê HDS xwezaya navçeyê bikuje.    Çavkaniya Sûlava Kanîspî ya li navçeya Şaxê ya Wanê Çemê Sortkin e. Tê xwestin ku li Kanîspiyê Santrala Hîdroelektrîk (HES)  bê çêkirin û Sûlav niha  bi xeteriya HES'ê re rûbirû ye. Ger ku li KanîspîyêHES bê çêkirin wê sûlav û gelê herêmê bi zirareke mezin re rû bi rû bimîne. Ji ber ku her sal di demsala havînê de ji her derê welat ji bo dîtina sûlava Kanîspiyê gel diherike herêmê. Ji welatiyên Herêmê Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadîşen Karbulak bertek nîşanî çêkirina HES'ê ku tên çêkirin da û got ku çêkirina HES'ê wê bibe sedema kuştina çavkaniya Sulava Kanîspiyê.    ‘Herî zêde di dema AKP’ê de xweza hat talankirin’   Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabulak bal kişand ser çêkirina HES’ê û got ku AKP ji bo berjewendiyên xwe xwezayê dikuje û wiha berdewam kir:” Çêkirina HES’ê dê bi xwe re zirareke mezin bîne. Divê bê zanîn ku em wekî HDP  dixwazîn her xweşkahiyeke xwazeyê bê parastin. Têkîldarî mijarê parlementerê me yê Îzmîrê Murat Çapkin pirsname jî daye meclisê. Kanîspî xweşikbûna heremê ye û navçeya  Şaxê cihekî çiyayî ye. Sûlava Kanîspiyê xweşikahiya navçê ye. AKP li gorî berjewendiyên xwe nêzî xwezayê dibe û dixwaze xwezayê bikuje. Lê bila ev neyê jibîrkirin ku herî zêde dema îktîdara AKP’ê xweza hatiye talankirin. Divê ew biryara ku hatiye dayîn bê guhertin.”    'Kanîsipiyê ne bêxwedî ye'   Yadîşenê bang li herkesi kir ku li dijî qirkirina Kanîspiyê bêdeng nemînin  û wiha pê de çû:” Bi vê projeyê re dê çavkaniyên avaê kêm bibin kêm bibin û ev ji cîhanê bi talukeyeke mezin re rû bi rû dihêle. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistin ji bo çêkirina HES’ê ya li Kanîspiyê yê biryareke fermî tune ye. Ev biryar biryara hişmendiya AKP’ê ye. Ez bang li herkesî dikim ku li dijî vê qirkirinê bêdeng nemînin. Kanîspiyê ne bêxwedi ye.  Werin em li axa xwe û xwezaya xwe xwedî derkevîn.”    ‘Bi çêkirina HES’ê dê çavkaniyên avê kêm bibin’   Ji jinan Leyla Buge anî ziman ku herêm xweşkahiya xwe ji Sulava Kanîspiyêye digire û got ku çêkirina HES’ê dê bibe sedema tunekirin Şaxê û wiha axivî;” Ez li Şaxê ji dayîk bûme û mezin bûme. Xweşikahiya Şaxê ava vê sûlavê ye. Şax çavkaniya avê ye. Ev 2 salin dibêjin em ê HES'ê  çêbikîn em li dijî HES’ê ne û em naxwazîn ku HES li navçeya me bê çêkirin. Çêkirina HES’ê dê bibe sedemê jehrkirina mirovan,ajalan û daristanan. Bi vê projeyê dixwazîn Şaxa me xera bikin. Em li navçeya xwe HES'ê naxwazîn. Bi çêkirina HES’ê dê çavkaniyên avê kêm bibin.  Şaxa me li newalekê ye û di navbara 2 çiyayan de ye. Şax xweşkahiya xwe ji ava hingiv û masiyên xwe digire. Dema ku HES bê çêkirin tu taybetmendiya Şaxê namîne. Avê diçikîne û xwaze ji dimre. Herkes dê ji HES’ê bi bandor bibe. Hemû dar û daristan û gel li ser vê avaê ne.  Ger ev kuştin navçe bê wate dimîne. Gelê herêmê pezê xwe dara xwe her tiştekî ser vê avê av dide.”   ‘Ev projeya erêkirina komkujiya xwezayê ye’   Leylayê di berdewamiya axaftina xwe de bang li rayedaran kir ku vê projeyê bidin sekinandin û got ku divê Kanîspîyê bê parastin û wiha berdewam kir:” Gelê heremê HES'ê naxwaze. Çima rayedar di çêkirina HES’ê de israr dikin. Şax navçeyeke biçuk e,ger ava wê ji hate qutkirin tu wateya wê namîne. Tiştê ku em dizanîn divê HES 30 km ‘yan ji ava vexwarinê dur be. Niha ev HES’a ku dê bê çêkirin di navbera wê û ava vexwarinê de 100 metre heye. Ev projeye dê gelê li vir dijî jahrî bike. Niha 20 hezar mirov vê avê vedixwin ev mirov dê jehrî bibin wê kî hesabê vê bide? Bila nebin sedema qirkirinê. Ev projeye erêkirina komkujiya xwezayê ye. Em xwecihiyên vê derê ne û em HES’ê naxwazîn, bila ev piroje bê sekinandin.”   ‘Destê xwe ji ava me û xwezaya me bikişînin’   Ji jinan Saniye Babur ji bi lêv kir ku hikumet zirarê dide xwezaya heremê û got ku divê ev proeye bê sekinandin û wiha got:” Ji her derê cîhanê ji bo dîtina Kanîspiyê gel tê Şaxê. Lê mixabin ev 2 salin li sûlavê ji bo çêkirina HES’ê dest bi xebatan kirine. Debara gel li ser wê avê ye. Ger ew HES bê çêkirin em ê zirareke mezin bibinin. Divê li şuna kuştinê ev xweşikahiya xwezayî bê parastin. Di sûlavê de masiyên sor belek hene ev zindî jî dê zirareke mezin bibînin. Li Kanîspiyê çêkirina HES’ê komkujiyê dê bi xwe re bîne. Zarokên me di demsala havînê de diçin çem avjeniyê. Ev HES bê çêkirin wê zarokên me seqet bibin û  bimrin. Em HES'ê  naxwazîn  destê xwe ji ava me û xwezaya me  bikêşin.”