Zozaniyên berê xwe dan rojê: Li warê me jiyanê jin dihonin 2019-06-27 09:11:32   Zeynep Durgut   WAN - Jinên ku xweşkahiya bêhempa ya Zozanên Mêrgastran û Alandeştê parve kirin, hemû karên xwe bi awayê komunal dikin. Li gel qedexeya zozaan jinên ku ev çanda xwe neterikandin wiha gotin: "Em hem şahidiyê ji derketina rojê re û hem jî ji avabûna wê re dikin."   Zozanên Mêrgestran û Alandeştê ku girêdayî gundê Êzîdînan ê navçeya Şaxa Wanê ne, her sal malovaniyiyê ji zozaniyan re dikin. Li zozanên xwedî xweşkahiya bê hempa her cureyê nepatan jî peyda dibe. Jinên ku her serê sibehê zû radibin, piştî ku taştêya xwe dixwin, ji Zozanê Mêrgastran berê xwe didin Zozanê Alandeştê ji bo pezê xwe bidoşin.  Jin di riyên herî nebaş re bi hesp û mahînan  carnan jî bi peyatî tevî hemû talukayan bi hewlêdaneke mezin  derbasî Zozanê Alan deştê dibin. Li  gel hemû talûkeyan ev rêwîtiya jinan bi stran û kêfxweşî bi dawî dibe.   Têkîldarî jiyana zozaniyan jinên zozanî axivîn û diyar kirin ku jiyana li zozanan pir xweşe û anîn ziman ku ew ê tu carî zozanên xwe terk nekin.    ‘Li gel hemû zahmetin jinana zozanan xweş e’   Ji jinan Heybet Tartan anî ziman ku jiyana li  zozanan pir xweşe û got ku divê zozan tu car neyên terikandin û wiha axivî;” Ez li zozanan ji dayîk bûme. Ez hatime vî temenê xwe hetanî niha ez zozanîtiyê dikim. Demekê zozanên me hatin qedexekirin. Lê piştre ev qedexe hat rakirin. Jiyana zozanan xweşe lê zehmet e. Em  li Zozanê Mêrqastran dimînin ji bo ku em pezê xwe bidoşin jî em bi seatan bi hêstir û mahînên xwe dest bi çûna bêriyê dikin. Riyên me nexweş in. Di Çuyin û hatinê de em pir zehmetiyê dikşînin. Lê li dijî hemû zehmetiyan jiyana zozanan pir xweş e.”    ’50 salin in li zozaan pez xwedî dikim’   Hîcret Okan a ku  bi salane zozaniyê dike anî ziman ku ew 50 sal in li zozanan pez xwedî dike û wiha dom kir;” Roja me serê sibehê seat di 5’an de dest pê dike û het seat 8’ê êvarê  em dixebitîn. Ez ev 50 salin li zozanan pez xwedî dikim. Serê sibehê em destpêkê taştê  dixwîn û piştre hêstirên xwe bar dikîn û ji bo dotina pez em derbasî zozanekî din dibin û diçin bêriyê.   Bi rastî xwedîkirina pez karekî ne ji rêzê ye. Hem pir kedê dixwaze, hem jî zahmet e. Mirov li zozanan bi hemû talukayan re rû bir û ye. Lê dîsa jî em dev ji zozanên xwe bernadin û em ji zozanên xwe pir hez dikîn. Zozanên me qedexe jî kirin lê me dîsa jî dev jê berneda. Niha jî gelek zoanan hîna qedexe ne. Bi qedexekirina zozanan re dixwazin di warê aboriyê de Gelê Kurd têk bibin, lê em dev ji zozanên xwe bernadin.”    'Ev deşt û zozan yên me ne'   Hîzret Alkan jî bi lêv kir ku ew zivistanan jî havînan jî bi xwedîkirina pez debara xwe dikin û wiha got:” Hatina me ya zozanan di mehên biharê de dest pê dike û heta ku berf dikeve erdê em li zozanan e.  Rastî jî  jiyana gundan pir xweşe û xwezayî ye. Li gundan herî zêde jin ked û zehmetiyê dikişînin. Berê em rojê du dahnan diçûn bêriyê, niha ji ber ku riya me pir dur e em tenê dahnekî diçin.  Lê tevî hemû zordariyan em ji jiyana zozanan kêfxweşîn. Di heman demê de em ligel xwedîkirina pez diçîn pincar jî kom dikin. Nivşê nû ji vê jiyanê hez nake û neraziye.  Bi bajarî bûnê re nexweşî zêde bûn nifşê nû tama xweşiyê nizane. Hewaya  bajaran tev nexweşiye û xweşiya bajaran tune ye.  Di salên berê de bi sedan mal li zozanan bûn, lê niha ne wisa ye. Divê em ji  zozanên xwe sudê bigirîn, xwedî li zozanan derbikevîn, ji ber ku ev deşt û zozan yên me ne.”    ‘Li warê me jiyanê jin dihunin’   Gewrê Tartan jî bal kişand ser jiyana zozanan û wiha pê de çû;” Em li zozanan seat di 5’an de radibîn û xwarina paleyan dagirîn. Piştre em pezê xwe doşîn û digihijîn  goranê. Em her heftiyê carekê nan dipêjin, bi meşkê mast dikeyênin dikin dew û rûnê nivîşik jê çêdikin  .Li gel vê hemû xebatê em dibedêla mêran de jî dixebitin. Li warê me jiyanê jin dihunin. Derfetên berê zehmetir bûn. Carnan xwarina me tune bû me xwarin bibira lê niha ne wiha ye em her rojê ji bo xwe tiştekî peyda dikin û mirov dikare li zozanan bi salan bijî. Zozan û deştên me qedexe dikin. Ji bo çi, ji ber ku dixwazin me ji axa me dur bixin û di warê aborî de têk bibin. Lê em van qedexeyan nas nakin û em ê heta dawiya temenê xwe li zozanên xwe û xaka xwe bijin.”