Li Ewropayê pîleya germahiyê zêdetir dibe 2019-06-25 17:06:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Li hin welatên Ewropayê bi dehan sal in meha hezîranê ev qasî germ nebûbû. Hişyarî tê dayin ku extiyar, zarok û nexweş ji ber germê divê hişyarbin.    Piraniya welatên Ewropayê ketin ber pêla hewaya germ, ji sibêhê û pê de germahî wê zêdetir bibe. Li Spanya germahî wê bibe 42 pîle. Her wiha li Elmanya jî piştî 72 salan wê hezîran ev çend germ be. Li Fransa jî azûmûna qedandina dibistana navîn ku wê vê heftê bihata kirin ji ber germahiyê hatz taloqkirin.   Pêla hewaya germ ku ji Çola Sehra ya Efrîkayê tê li Ewropa bû sedema germahiya zêde. Li gelek welatên Ewropayê ji ber germayê ketin rewşe alarmê, li gelek welatan rayedar bi tedbîrên jidiyayî armanc dikin ku ziyana ji ber germayê kêm bikin.   Li Elmanyayê piştî Hezîrana 1947'an, ku li Frankfûrê germahî bûbû 38,2 pîle, tê gotin dibe ku vê hezîranê germahî rekorê bişkîne. Her wiha li gorî Ajansa Meteorolojiyê ya Spanyayê li herêma naverastê, başûr û rojhilatê bakur germa dibe ku bigihe 40 pîleyî.   2003'an li Ewropayê ji ber germa zêde 70 hezar kes miribû. Tê payin ku vê heftiyê li Fransayê li herêmên naverastê û rojhilat germahî pir zêde bibe û li gel Lyonê li gelek bajaran germahî bigihije 40 pîleyî. Ji ber germahiya zêde azmûna qedandina dibistana navîn hat taloqkirin. Li welatên Skandînavê jî ji îro ve germahiyê dest pê kir, li  Danîmarka û Swêdê germahî wê bigihije 30 pîleyî.